Bazirganê ku ew hêk derbasî Kurdistanê kiribû, hat girtin!

08-02-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê, ew bazirganê ku hêkên “beriya roja derketinê” xistibû bazarê, hat girtin.

Di heyama du-sê rojên borî de wêneyê hinek hêk li ser facebookê hatibû belavkirin û hatibû gotin ku ev hêk, li nav bazarên Kurdistanê de tên firotin.

Li ser wan hêkan tarîxa “10.02.2016” hatibû nivîsandin. Wate 3-4 roj zûtir ji derketina wan!

Li gorî agahiyên Rûdawê, Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê piştî belavbûna wan wêneyan, dest bi lêkolînê kiribû.

Wezareta Çandiniyê li ser wê mijarê daxuyaniyek da û ragihand, ew hêk ji Îranê û bi rêya sînorê Hacî Omeranê re derbasî Kurdistanê hatibû kirin. Ji ber wê jî ew bazirganê ku ew hêk derbas kiribû dê were cezakirin, her wiha karmendên gumrika Hacî Omeranê jî dê bên lêpirsînkirin. 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst