Bihabûn berdewam e, xelk ji mûçeyan ne razî ye

18 demjimêr berê
RÛDAW
Wêneyê temsîlî /Wêne: Arşîv
Wêneyê temsîlî /Wêne: Arşîv
Nîşan Tirkiye Bihabûn Enflasyon Mûçeyê herî kêm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê nîqaşên derbarê bihabûnê û mûçeyê herî kêm ê ku hefteya borî hat eşkerekirin berdewam in.

Tevî ku di ser eşkerekirinê re 8 roj derbas bûne, mixalefet ji ber mûçeyê herî kêm ku wekî 22 hezar û 104 lîre hat diyarkirin bi awayekî tund rexneyan li desthilatê digre.

Serokê CHPyê bi bihayên xorak û kelûpelan ên sala borî û îsal zêdebûna mûçeyê herî kêm miqayese kir.

"Par dikaribûn 57 kîlo îsal jî dikarin 37 kilo qîme bikirin"

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, "Sala borî bi 17 hezar û 2 lîreyê mûçeyê herî kêm ku ne li gorî dilê me bû, 57 kîlo qîmeyê golikan dihat.

Bi mûçeyê kêmane yê nû niha tenê 37 kîlo qîmeyê golikan tê kirîn. Divê hemû wergirên mûçeyê kêmane vî hesabî bibînin.

Sala borî dikaribûn hezar û 700 simîtan bikirin, îsal dikarin hezar û 470 simîtan bikirin. 230 simîtên wan winda bûne.”

Hevseroka DEM Partiyê jî dibêje, desthilatê bac û xerciyên fermî ji ji sedî 44 zêde kirine lê tiştê ji bo xwe dixwazin nadin kedkar û xebatkaran.

"Malbatek çawa dikare bi mûçeyê herî kêm debara xwe bike"

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullarî wiha axivî:

“Sînorê birçîbûnê yê sala 2024an di meha Kanûnê de wekî 21 hezar lîre hatiye diyarkirin. Sînorê hejariyê jî weke 69 hezar lîre hatiye diyarkirin.

Di demekê de ku sînorên birçîbûn û hejariyê wiha ne mûçeyê kêmane yê 2025an 22 hezar û 104 lîre ye. Malbatek çawa dikare bi mûçeyê herî kêm debara xwe bike."

Piştî mûçeyê herî kêm 7ê Kanûna Paşîn mûçeyê nû yê xanenîşînan jî hat diyarkirin.

Rêjeya mûçeyê malnîşînan jî li gorî enflasyon û rêjeya bacên fermî gelekî kêm hat zêdekirin.

"Mûçeyê herî kêm ê malnîşînan bû 14 hezar û 469 lîre"

Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan jî wiha anî ziman:

“Mûçeyê herî kêm ê malnîşînên Saziya Ewlehiya Civakî û Bagkurê ku 12 hezar û 500 lîre ye, me biryar da li gorî rêjaya TUFEyê (endeksa bihayê serfkaran) ya 6 mehan ango bi rêjeya ji sedî 15,75 zêde bikin.

Bi vê zêdekirinê mûçeyê herî kêm ê malnîşînan bû 14 hezar û 469 lîre."

Li Tirkiyeyê tevî hemû hewldanên rêvebiriya aboriyê enflasyona bilind û bihabûn nayê çareserkirin.

Li gorî, amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, meha Kanûna Pêşîn a 2024an enflasyona salane ji sedî 44,38 zêde bûye.

Lê mûçeyê herî kêm ê sala 2025an tenê ji sedî 30 hat zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst