Nizimbûna lîreyê Tirkiyê bandor li tevgera bazarê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, nizimbûna buhayê lîreyê Tirkiyê, bandoreke xirab li ser tevgera bazarê û aboriya wî welatî kiriye û bûye sedema bilindbûna rêjeya enflasyonê

 

Meha Tebaxa sala derbasbûyî, ji ber hebûna nakokiyan di çend mijaran de, alozî di navbera Enqerê û Waşingtonê de derketin, bi awayekê ku Serokê Amerîkayê Donald Turmp cezayên aborî bi ser Tirkiyê de sepandin, û ew jî bû sedem ku buhayê lîreyê Tirkiyê  bi awayekê berçav dakeve.

 

Tevî ku piştire peywendiyên herdû aliyan de heya radeyekê asayî bûn, lê nizimbûna buhayê lîreyî li hember dolar, ne gihîştiye asta beriya aloziyan.

 

Nearamiya di buhayê lîreya Tirkiyê de bûye sedem ku nearanî di rêjeya Enflasiyonê de an ku Helawsanê de dirût bibe, vê yekê jî bandoreke nerînî li ser bazara hejmareke kargeh û kompaniyên berhemanînê kiriye û karên hinek ji wan jî rawestandine.

 

Hikûmeta Tirkiyê hewl dide projeyekê pêk bîne bo rûbirûbûna Enflasiyonê.

 

Di mehên dawî li sala derbasbûyî de hikûmeta Enqerê bi rêya projeyekê taybet bo rûbirûbûna fayz û enflasiyon dest pêkir, tevî ku partiya opozisyonê CHPê ev proje bi bê sûd dide naskirin. lê Desthelat bi destkeft dizane.

 

Graphic

 

Rêjeya Enflasyonê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê li gor salan derbasbûyî bi vî awayî bûye.

Sala  2014                  %8,17

Sala  2015                  % 8,81

Sala  2016                  % 8,17

Sala  2017                  %11,92

Sala  2018                  %28

 

Li gorî amarên Tirkiyê , di dawî du mehên sala 2018an de , li hemû Tirkiyê û bakurê Kurdistanê asta înfilasyonê bi rêjeya sedî 28  daketiye, di beramber de li parêzgehên Amed û Rûha yê yên bakurê Kurdistanê rojane asta Înfilasiyên bi rêjeya sedî  0,63 zêde bûye , buhayê kelûpel û xwarinê jî li wan her dû paêzgehan bilind bûye.