Deloitte dahata 6 mehan a petrola Kurdistanê tê eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare di civîna îro 08-01-2018ê ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, Kompanya Deloitte a amerîkî, dahat û xercên petrola Herêma Kurdistanê yên 6 mehan eşkere bike.

 

Sekreterê Rojnamevanî yê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Semîr Hewramî ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna îro ya encûmena wezîran de, Kompanya Deloitte a amerîkî dê dahat û xercên petrola Herêma Kurdistanê yên 6 mehên yekem ên sala 2017ê eşkere bike.

 

Semîr Hewramî got: “Di civînê de hemû hûrgiliyên li ser çawaniya deranîn û firotin, xerc û dahata petrolê dê ji aliyê wê kompaniyê ve were eşkerekirin.”

 

Hewramî da zanîn ku di civîna îro ya encûmena wezîran de tenê dê ev mijar were gotûbêjkirin.

 

Roja 5ê Cotmeha sala 2016ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêkeftinek ligel nûnerê Deloitte imze kir û ji wê demê ve ew kompanya pêdaçûnê bi hûrgiliyên dahata petrola Herêma Kurdistanê de dike.

 

Kompanya Deloitte, kompanyeke amerîkî ye û li gora datayên belavbûyî, mezintirîn kompanya cîhanê ya  hejmartin û hûrgiliyê ye di warên pişkinîn, deranîn, firotin û dahata petrolê de.

 

Nivîsîn: Necmî Salih