‘Zêran ji Kurdistanê direvînin Îranê’

07-12-2023
Dikaneke zêran li Hewlêrê / Wêne: Rûdaw
Dikaneke zêran li Hewlêrê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Zêr Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekitiya Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê Şêx Mistefa Evdirehman îdia kir ku “Zêran ji Kurdistanê direvînin Îranê.”

Şêx Mistefa Evdirehman bû mêvana bernameya “Rûdawî Emro” û da zanîn ku Herêma Kurdistanê bûye navendeke girîng a hinardeya zêran.

Şêx Mistefa Evdirehman destnîşan kir ku bazirganên zêran, qalibên zêran ji Dubaiyê tînin û bi rêya balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê difiroşin.

Li gorî Serokê Yekitiya Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê, bazirganên zêran herwiha ji Îran û Tirkiyeyê jî zêran tînin û van zêran li Îraqê difiroşin.

Şêx Mistefa Evdirehman destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê bi awayê fermî zêran difiroşe Tirkiyeyê û bazirgan serê kîloyê 900 dolarî distînin.

“Zêran direvînin Îranê”

Şêx Mistefa Evdirehman got, “Zêran direvînin Îranê lê ji ber ku rêya revandina zêran ne fermî ye em bi rêjeya zêrên ku tên revandin nizanin.”

Şêx Mistefa Evdirehman herwiha diyar kir ku bazara zêran ne tebat e û bihayên zêran gelekî diguherin.

Serokê Yekitiya Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê Şêx Mistefa Evdirehman got, ji ber pirsgirêkên budce û mûçeyan bazara zêran gelekî kêm bûye û pê de çû:

“Wekî mînak li bazarên Silêmaniyê kirîn û firotin li gorî berê ji sedî 25 kêm bûye. Ev jî bû sedema ku hinarde û hawirde kêm bibe.”

Şêx Mistefa Evdirehman herwiha amaje pê kir ku ji ber pirsgirêkên gumrikê ji sedî 95ê şirketan Deriyê Sînorî yê Başmaxê terk kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst