Nirxê petrola brent ji 62 dolaran derbas kir

Viyena (Rûdaw) – Endamên OPECê li ser kêmkirina hinardekirina petrolê li hev kirin û bihayê petrola brent bi rêjeya %5 bilind bû û ji 62 dolaran derbas kir.

 

Roja pêncşemê 06-12-2018an civîna welatên endamên OPECê li paytexta Nemsayê bajarê Viyenayê bi mebesta seqamgîrkirina bazara petrolê dest pê kir û vê êvara înê bi dawî bû.

 

Piştî civîna OPECê bihayê petrola brent bi rêjeya %5 bilind bû û ji 62 dolaran derbas kir.

 

Endamên OPECê biryar dan ku 1.2 milyon bermîlên petolê di rojê de kêm bikin.

 

Di destpêka sala 2019an de biryara kêmkirina hinardekirina petrolê dê cîbicî bibe.