Bilindbûna lîreyê Sûrî barê hinek welatiyan giran kiriye

Qamişlo (Rûdaw) - Rabûna nerxê lîreyê  Sûrî bandoreke neyinî li ser jiyana welatiyn Rojavayê Kurdistanê kiriye, û gelek gazin tê kirin, ku lîreyê Sûrî radibe û nirxê kelûpelên jî rojane giran dibin.

 

Ev hefteyeke ku nerxê lîreyê Sûrî li hember dolar bilind dibe, berî niha her dolarek bi qasî 500 leyreyên Sûrî bû, lê niha rewş hatiye guhertin.

 

Bilinbûna nerxê lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî di hefteya borî de, gelek bandoreke neyinî li ser rewşa xelkê kir.

 

Welatiyên Qamişlo dibêjin ku heta niha aolarê Amerîkî bi qasî 90 lîreyên Sûrî daketiye, lê nerxê pêdeviyên rojane, wek berê maye û ev geşbûna lîreyê Sûrî, barê welatiyan girantir dike.

 

Welatiyek ji Qamişlo Sîham Helebî wiha got: “Tevî geşbûna nerxê lîreyê Sûriyê, ti guhertin nehatiye ser pêdeviyên rojane, berê dolarek bi 500 leyre bû û niha her dolarek 300 leyreyi dike û nerxê alavên erzan nebûne.”

 

Welatiyê bi navê Welîd Elî jî dibêje daketina dolar an bilindbûna nerxê lîreyê Sûrî bandor li nerxên bazara nekir, û heta niha hemû kirîn û firtan bi dolar e, ne bi lîreyê Sûrî ye

 

 

Bazirganekî Qamişlo Hikmet Mihemed jî diyar kir ku bilindbûna nerxan û erzanbûnê wê, bi bazirganên mezin ve girêdaye û aşkere dike ku dema kelûpel bi nerxelek giran ji wan re tên, ew neçar dibin bi giranî jî bifiroşin.

 

Hikmet Mihemed wiha axivî: “Em dibînin ku barzirganên mezin kelûpelan bi giranî difiroşin, em jî neçar dibin bi nerxekî giran bifiroşin, ev yek jî barê welatiyan girantir dike û gelek gazin ji me re tên gotin. Welatî dibêjin ku dolar dadikeve û nerxên me wek berê mane, em jî, ji bazirganan re dipirsin çima dolar dadikeve û nerxên wan wek berê dimîne.”

 

Li hemberî bêkarî û aloziya welat û kêmbûna derfeta kar, alozbûna rewşa aborî mijara herî giran û zehmet e di jiyana welatiyan de. Bi sedema tunebûna navendeke çavdêriya rewşa darayi, kêşeyên welatiyên Rojavayê Kurdistanê, ber bi astengiyan ve diçin, bi taybetî dema ku kar jî kêm peyda dibe.


(A.B)