Hingivê Kurdistanê bi hingivên welatên Erebî û Efrîqî re rikeberiyê dike

07-10-2018
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hingiv Kurdistan Beyrût Festîval
A+ A-

Beyrût (Rûdaw) – Îro sêyem roja Festîvala Mêşvanên Welatên Erebî û Efrîqî ye li Beyrûta paytexta Lubnanê. Çend mêşvanên Herêma Kurdistanê jî li festîvalê beşdar in û bi kalîteya hingivê xwe, rikeberiyê li gel welatên din dikin.

 

Li gor amarên Tora Mêşvanên Kurdistanê, salane 950 ton hingiv li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, ku weke yek ji hingivên herî baş ên cîhanê tê dîtin.

 

Keş û hewaya Herêma Kurdistanê ji bo xwedîkirina mêşhingivan guncaw e, vê yekê jî wisa kiriye ku hingivê Herêma Kurdistanê di du kongreyên welatên Erebî de pileya yekem bi dest bixe.

 

Yek ji mêşvanên Şingalê, Welîd Xelîl ku sala par li welatê Misrê di kongreya dehem a mêşvanan de li ser asta welatên Erebî pileya yekem bi dest xist, îsal jî di Festîvala Mêşvanên Welatên Erebî û Efrîqî de beşdar e û hêvî dike ku pileyeke baş bi dest bixe.

 

Li Herêma Kurdistanê 10 hezar û 600 mêşvan, endamên Tora Mêşvanên Kurdistanê ne û her sal beşdarî kongreya mêşvanên welatên Erebî dibin. Giringiya kongreyên bi vî rengî ew e ku mêşvanên Kurdistanê dikarin bi kompaniyên berhemanîna hingiv têkevin peywendiyê û hingivê xwe hinardeyî derveyî welat bikin.

 

Serokê Mêşvanên Ereb Fethî Buheyrî dibêje: “Em hêvî dikin ku em veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku çendîn cureyên hingiv li Kurdistanê hene û daxwazeke mezin li ser e. Weke hingivên Sîdir û Rebîe, em wan cureyên hingivan dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst