Li Tirkiyê dê bacanên sor bê destûr neyê hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiya Tirkiyê, biryar da kes bê destûr bacanên sor û salçê hinarde neke.

Li Tirkiyê ji ber rê li ber bihabûn û enflasyonê bê girtin, hinardekirina tomate û salçeyê hat sînordarkirin.

Biryara Wezareta Bazirganiya Tirkiyê ya derbarê hinardekirina bacanan û salçe de îro 7ê Îlonê di “Rojnameya Fermî” de hat weşandin. Li gor biryarê ji bo welatî yan bazirgan bikaribin tomate û salçe hinardeyî derveyî welat bikin, divê pêştir destûrê ji wezareta bazirganiyê bistînin.

Wezareta Bazirganiya Tirkiyê ragihand, hinardekirina bacanên sor û salçe zêde dibe û ji ber seqamgiriya bihayên nav welêt û enflasyonê tedbîrên sînordarkirina hinardeyê hatine wergirtin.

Li Tirkiyê enflasyon di asta herî bilind a 24 salan de ye. Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona salane %80.21 e, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %181.37an.