Tirkiye hinardekirina ard sînordar dike

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê bi hêceta bilindbûn û nizimbûna nirxê ard biryar da hinardekirina ard were sînordarkirin. Di vê çarçoveyê de rê nedan hezar û 500 ton ard ji deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

 

Ji ber biryara Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê ya bi awayeke demkî sînordarkirina hawirdekirina ard, ew barhilgirên ku hezar û 500 ton ard dianîne Herêma Kurdistanê ji deriyê Îbrahîm Xelîl hatine vegerandin.

 

Alîkarê Serokê Herêma Pîşesazî ya Organîza ya Amedê Ezîz Odabaşi ragihand, ku karûbarên fermî yên gumrigê ya wan barhilgiran roja 3ê Îlonê hatiye kirin lê dîsa jî destûr nedane derbasî Herêma Kurdistanê bibin.  

 

Ezîz Odabaşi da zanîn, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê wan bi wezîrê berê yê çandiniyê Mehdî Eker re şêwirîne lê dîsa jî Wezareta Bazirganî destûr nedaye.

 

Odabaşi got: “Xwediyên kompanyayan dibêjin ger wiha be dê zirarek mezin bibîbin, îflas bikin û barhilgirên xwe paşde vekişin. Wet nebe rê bidin ku ew ardê çûye ser sînor û karûbarên gumrigê qediyaye derbas bibin.”

 

Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê duh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku ji ber bilindbûn û nizimbûna nirxê ard, bi awayeke demkî hinardekirina ard hatiye sînordarkirin.