Li Amedê jineke Kurd 100 kewarên mêşên hingiv xwedî dike

07-09-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Projeyeke bi navê "Hingivê Organîk" çêkir
Projeyeke bi navê "Hingivê Organîk" çêkir
Nîşan Amed Hingiv Jin Bismil Proje
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Welatiya bi navê Fatma Aydin ku li gundê Zerê yê Bismila Amedê dijî, projeyeke bi navê "Hingivê Organîk" çêkir û ji dewletê bo projeya xwe 30 hezar lîre stand. Niha wê li ser zeviyekî Bismilê nêzî 100 kewarên hingiv danîne û mêşên hingiv xwedî dike.

 

Fatma Aydin beriya 2 mehan biryar da, ku bibe karsaz û li gundê xwe Zerêya ser bi Bismila Amedê projeya "hingivê organîk" çêkir. Wê ji bo bicihkirina projeya xwe serî li Saziya Piştgiriya Çandinî û Geşepêdanê da û 30 hezar lîre pere wergirt.

 

Ew êdî ne jina malan e. Xwediya nêzî 100 kewarên hingiv e. Fatma Aydin dibêje, wê îsbat kiriye ku jin jî dikarin mêşvanî bikin û hingivê herî baş ê xwezayî çêkin.

 

Fatma Aydin ji Rûdawê re diyar kir: “Hedefa min ew e ku hejmara kewarên xwe bikim 300 heb. Kewarên te çi qas zêde be ew qas hingiv dikarî jê werbigrî. Eger ez bikarim bigihîjim vê hedefa xwe ezê pereyekî baş jê qezenc bikim.”

 

Birayê Fatmayê, Ehmed jî gelek caran alîkariya xwîşka xwe dike. Ew dibêje bi xwîşka xwe bawer e û xwîşka wê dê ji bo jinên li gundên derdorê jî bibe mînakeke baş.

 

Ehmed Aydin aşkere kir: “Ez alîkariya xwîşka xwe dikim. Ez dixwazim ew li ser lingê xwe bisekine û bi pereyê xwe bijî. Bila ne muhtacê min be û ne jî sibê dema zewicî muhtacê mêrê xwe be. Divê jin jî karibin li ser lingê xwe bisekinin.”

 

Reveberê Çandinî û Ajalvaniyê ya Navçeya Bismilê Remzi Çekiç jî piştgiriya Fatma Aydin dike. Ew dibêje eger Fatma Aydin mêşan baş xwedî bike, dê ji van kewaran salane nêzî 70 - 80 hezar lîreyê Tirkiyê ango 25 hezar dolar pere qezenc bike.

 

Remzi Çekiç aşkere kir: “Me 40 kewar mêşên hingiv da Fatma xanimê. Ez bawer im dê di salekî de 600 - 700 kîlo hingiv hilberîne. Dema ku vî hingivî bifiroşe dê li ser lingê xwe bisekine. Ewê ji xwe re sermayeyeke baş çêke û di rojên pêş de jî hejmara van kewarên xwe zêde bike.”

 

Fatma Aydin bi xwedîkirina mêşên hingiv gava sereke ya karsaziyê avêt. Ew dixwaze jinên li gundan jî bawerî bi xwe bînin û bi wêrekiyeke mezin karên hilberînê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst