DERIYEK GIRING BO KURDISTANÊ: Bazara enerjî ya Asyayê
Derûn Rehîm
Ewlekariya Enerjiyê du alî ye. Aliyek bi welatên enerjiyê bikar tînin ve têkildar e ku “bi awayeke garantîkirî, bi berdewamî û bi nirxeke gûncayî petrol bikeve destê welatên bikarhêner.” Aliyê din bi welatên enerjiyê berhem tînin ve têkildar e ku “divê ev welat bazareke ewle, aram û cihê baweriyê peyda bikin ku bikarin di demekê dirêj de çavkaniyên xwe yên enerjiyê hinarde bikin.”
Dema em behsa çavkaniyên nû yên enerjiyê dikin, lêkolîna bazarên enerjiyê jî pir giring dibe. Di van lêkolînan de jî nirxandina xerc, qazanca bazirganiya enerjiyê û liberçavgirtina encamên jeostratejîk û jeopolîtîk ên hinek bazaran tên kirin.
Piştî peydakirina gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê foks xiste ser bazarên Tirkiye û Ewropayê ku bi nêrîna min kareke wiha pêwîstî bû. Lê di dema çûna nav bazarên stratejîk ên enerjiyê yên weke Tirkiye û Ewropayê de, nabe ku bahaya bazarên stratejîk û pir bi feyde yên Asyayê bên piştguhxistin. Bi taybet jî bazara enerjî ya Pakîstan, hîndîstan û Çînê.
Bazarên Asyayê rêjeyeke zêde yê gaza xwezayî bikartînin û rêjeya bikaranînê jî her diçe zêdetir dibe. Weke mînak; Pakîstan bi awayek berçav pişta xwe bi bikaranîna gaza xwezayî ve girêdide. Ji sedî 47ê enerjiya vî welatî bi gaza xwezayî ye.
Ji bilî vê yekê, aboriya Asyayê bi awayek lez di nava geşedanê de ye. Weke mînak Çîn ku duyemîn mezintirîn aboriya cîhanê di dest wan de ye, di heyama sala 2015ê de 197 milyar metre sêcar gaza xwezayî bikar aniye. Di heman salê de Hîndîstanê jî 52 milyar metre sêcar gaza xwezayî şewitandiye.
Welatên berhemhênerê gaza xwezayî yên nêzîkê bazara Asyayê nikarin ligel zêdebûna asta daxwaziyan berhemanîna gaza xwezayî jî zêde bikin. Îran û Tirkmnenîstan du welatên berhemhênerê gaza xwezayî yên nêzîkê vê bazarî ne. Tirkmenîstan gazê ji bo Çîn, Îran û welatên din ên Asyayê re dişîne ku ev yek jî bare wî giran dike û nikare bersiva daxwaziyên zêdetir bide. Ji aliyekê din ve rewşa ewlekariya Efganîstanê û Asya Navîn rê nade ku Tirkmenîstan gazê veguheze Pakîstan û Hînîstanê.
Îran jî piraniya gaza xwezayî ji bo navxwe bikartîne. Serokomarê Îranê Hesen Rohanî jî got ku dê ji vî şûnde ji sedî 90ê xelkê Îranê gaza xwezayî bikar bînin. Ji ber vê sedemê jî Îran ne di wê şiyanê de ye ku bikare daxwaza welatên Asyayê pêşwazî bike.
Herêma Kurdistanê di vê rewşê de dikare gazê ji bazarên Asyayê re bişîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji dewlemendiyên xwe yên binerd bibîne û bi ser rêya Îranê re gaza xwezayî bişîne bazarên Asyayê. Biryar e xeta veguhestina gaza xwezayî ya Îran û Pakîstanê di sala 2018ê de bikeve kar ku Îranê 900 kîlometre ji beşa xwe, ev xeta boriyê çêkiriye.
Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bazar û torên xwe yên gaza xwezayî fireh bike û vê yekê jî bixe nav lîsteya xwe ya karûbarên enerjiyê. Ji aliyê stratejîk ve, bikaranîna rêya Îranê ya ji bo veguhestina gaza xwezayî, ji ya Tirkiyê ne kêmtir e. Eger Tirkiye ji bo veguhestina gaza Herêma Kurdistanê ya ji bo Ewropayê deriyeke pir giring be, Îran jî ji bo veguhestina Asyayê ew hinde giring e.
Berjewendiyên Herêma Kurdistanê ya hinardekirina gaza xwezayî ya ji bo bazarên Asyayê jî dikarin wiha rêz bikin:
1- Hinardekirina gazê ji bo bazarên cuda dibe sedema danasîna gaza xwezayî ya Kurdistanê ya bêyî rahendên siyasî. Wate wisa dike ku gaza Herêma Kurdistanê weke çavkaniyekê ku ti arîşeyeke siyasî di nav de nebe, bikeve bazaran.
2- Ev yek rêya hevkariya bi bingehîn a Îran û Herêma Kurdistanê jî xweş dike. Bikaranîna axa Îranê ji bo veguhestina gazê, dihêle ku ev welat piştrast be ku Kurdistan naxwaza di bazaran de cihê piyê wan dagre.
3- Deriyê hevpeyman û hevbeşên nû li Asyayê ji bo Herêma Kurdistanê vedike. Wate rê dide ku şîrketên Çîn û Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.
4- Derfetê dide Herêma Kurdistanê da ku hêkên xwe bixe nav sepetên cuda de, ne ku hemû hêk ndi sepetekê de bin. Siyaseta ernejiyê ya ku pişta xwe tenê bi bazarekî ve girêdide ne rastbîn e. Ji bilî vê, di navçeyeke aloz a weke Rojhilata Navîn de pêwîste bijardeyên cur bi cûr li ber destê Herêma Kurdistanê bin.