Li Dîlokê ajeldaran biryara kêmkirina nirxê goşt protesto kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan ajeldaran biryara kêmkirina nirxê goşt ji aliyê Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyê ve bi girtina rê protesto kirin.
Saziya Şîr û Goşt a Tirkiye nirxê goştê mih û berxan ji 5ê Tebaxê û şûnde li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 25 kêm kiribû . Ev biryar di nav xelkê de bû cihê kêfxweşiyê, lê ajeldarên parêzgeha Dîlokê li dijî vê biryarê derketin û nerazîbûn nîşan dan.
Li gor zanyariyan duh 6ê Tebaxa 2022ê bi sedan ajeldarên Dîlokê rêya sereke ya di navbera wê parêzgehê û navçeya wê ya Belkîsê de girtin û biryara Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyê prostestokirin.
Ajeldar dibêjin ku di demekê de nirxê êm, kayê û xerciyên ajeldariyê zêde bûne ev biryar dê bandoreke nerênî li wan bike û wan mexdur bike.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî bandor li nirxê, êm, ka û xerciyên ajeldariyê jî kiriye û di salekê de xerciyên ajeldariyê zêdeyî ji sedî 100 bihabûne.