Li Dîlokê dema çinîna tirî destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê dema çinîna tirî destpê kiriye. Deşta Îslahiyê ku wek navenda çandiniyê tê naskirin, îsal jî yek ji wan navçeyan e ku herî zêde tirî lê tê berhemanîn.

Di demjimêrên sibehê de dest bi çinîna tirî tê kirin û piştre jî bi rêya bazirganan bo bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê hinardekirin. Sala derbasbûyî her li Deşta Îslahiyê nêzîkî 63 hezar tonên tirî hatibûn komkirin, îsal jî tê pêşbînîkirin ku ew rêje di navbera 50 heta 70 hezar tonan de be.

Rêveberiya Navçeyê ya Çandinî û Daristanan diyar dike ku îsal bi tîmên berhevkirinê li 15 taxan dest bi berhevkirina her corê tirî kirine.

Serokê Odeya Çandiniyê yê Îslahiyê Mehmet Kose dibêje: “Bi piranî li gundên Altinuzum, Bogazici û Yeşilyurtê bi giştî li 15 taxan corên tirî yên wek Reşê Entabê, Tiliya Xatun, Cardinal, Mewlana û Sultanî tên berhemanîn.”

Di demjimêrên serê sibehê de jin tirî jê dikin û zilam jî tirî dixin sindoqan û li kamyonetan bar dikin. Tiriyê ku karker di bin germahiya nêzîka 40 pile de berhev dikin bi rêya bazirganan bo gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê şandin.

Mehmet Kose herwiha got: “Tiriyê me yê ku li her derê tê nasîn yê bê dendik e. Bi rêjeyeke kêm be jî em vî tirî dişînin derveyî Tirkiyê jî. Nirxê îsal baş e. Corê Reşê Entabê bi 3 lîre ye û corên din jî 2,75 lîre ye. Pirsgirêka me ya firotinê nîne.”

Sala borî li navçeyê 63 hezar ton tirî hat berhevkirin. Îsal jî ji rezên li ser 50 hezar dekar zevî tê çaverê kirin ku derdora  50 heta 70 hezar ton berhem were bidestxistin.