TIRKIYE – Bilindbûna dolar ji bo kerta taybet bû karesat

07-08-2018
RÛDAW
Nîşan Dolar Lîre Tirkiye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di nava heftiyekê de li Tirkiyê ji ber bi berdewamî bilindbûna nirxê dolarê amerîkî li hember lîreyê tirkî, deynên li ser kerta taybet jî bi qasî 118 milyar lîre zêde kir.


Li hember dolarê amerîkî daketina nirxê lîreyê tirkî her diçe barê deynên derve yê kerta taybet jî girantir dike.

 

Ji ber qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bi berdewamî dolar bilind dibe û herî dawîn jî îro dolarekî amerîkî bi 5.30 lîreyê amerîkî hate kirîn û firotin.

 

Li gorî daneyên Banka Navendî ya Tirkiyê, di meha Gulana derbasbûyî de pozîsyona vekirî ya zelal a diwîzan a kompanyayên derveyî bankeyan 217.3 milyar dolar bûye.

 

Li gorî nûçeya malpera Cumhuriyetê ya Tirkiyê, beriya daxuyaniya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ya 26ê Tîrmehê, ku gotibû “Divê qeşeyê amerîkî Andrew Brunson demildest were berdan nexwe divê Tirkiye encamên wê jî razî be”, nirxê dolarekî amerîkî bi 4.77 bû.

 

Beriya daxuyaniyên Pence deynên kerta taybet a Tirkiyê, trilyonek û 36 milyar lîreyê tirkî bû. Lê tenê di van 6 rojên dawîn de deynên kompanyayên tirkî bû trilyonek û 154 milyar lîre. Wate deyn di 6 rojan de  118 milyar tl zêde bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst