Daxuyaniya Trump derbe li Lîreyê Tirkî da

Navenda Nûçeyan – Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser sizakirina Îranê, nirxê lîreyê tirkî jî li hember dolarê amerîkî şkest. Di bazarê de her dolarekî amerîkî bi 5.30 lîreyê tirkî tê firotin.


Li hembr bilindbûna dolarê amerîkî Banka Navendî ya Tirkiyê asta jor a derfetên diwîzê ji %45an daxiste %40 û bi bihayê 2.2 milyar dolar diwîz şande ber destê bankeyan. Lê bi tevê vê tevdîrê jî dolar li hember lîre bilind bû û gihişte asta rekordekî nû.

 

Pişti ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarên derbarê sizakirina Îranê de ragihand, lîre li hember dolar nirx wenda kir û her dolarekî amerîkî bû 5.30 lîreyê tirkî.

 

Trump di daxuyaniya xwe de ragihandibû, ku ev sizakirin dê hemû welat û kompanyayan vegire ku li gel Îranê danûstandinên xwe berdewam dike.

 

Tirkiye yek ji wan welatan e ku bi tevê biryarên Amerîkayê ragihandibû ku ew peywendiyên xwe yên ligel wî welatî qut nakin. Niha di navbera Tirkiye û Îranê de rêjeya bazirganiyê 11 milyar dolar e.