Li Stenbolê bihayê nan bo 4 lîre hat zêdekirin

07-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiye di firinên girêdayî Odeya Bazirganiya Stenbolê de nirxê yek nanê semun ê 210 gram bo 4 lîre hat zêdekirin.

Îro 7ê Tîrmeha 2022ê Encûmena Odeya Bazirganiya Stenbolê derbarê diyarkirina nirxê nan civiya û endamên firinên girêdayî wê odeyê li ser nirxê nû nan  deng dan.

Di encama dengdanê de biryar hat dayîn ku li firinên girêdayî Odeya Bazirganiya Stenbolê nirxê yek kîlo nan bo 19.05 lîre û nirxê semûnek 210 gram jî bo 4 lîreyên Tirkî bê zêde kirin.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî rojana di nav bazarên Tirkiyê de nirxê pêdiviyên sereke yên jiyanê jî tên bihakirin.

Bi aweyekê nirxê nan di dema salekê de zêdeyî ji sedî 150 hatiye bihakirin û li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiye li wî welatî rêjeya enfilasyonê  gihiştiye 78,62 lê Grûba Lêkona Enfilasyonê (ENAG) jîm ku saziyek serbixwe ye dibêje ew rêje ji sedî 175.5 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst