Ewropayê deriyên bazarên xwe li ber qeysiyên Meletiyê vekir

Navenda Nûçeyan – Wezareta Bazirganî û Gumrukê ya Tirkiyê ragihand, qeysiyên (zerdele, mişmiş) bajarê Meletiyê, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi awayekî  fermî hate tomarkirin û deriyên bazarên Ewropayê, li ber qeysiyên Meletiyê vebûn.

 

Li gor daxuyaniya wezaretê, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê ya Tirkiyê Bulent Tufenkci aşkere kiriye ku tomarkirina navê qeysiyên Meletiyê, ji du aliyan ve giring e û diyar kiriye, ku yek ji bo parastina qeysiyên Meletiyê û ya duyem jî ji bo danasîn û bazirganiya wê.

 

Herwiha Tufenkci destnîşan kiriye, ku tescîlkirina qeysiyan ji bo bajarê Meletiyê cihê kêfxweşiyê ye û  diyar kiriye: “Piştî vê tomarkirinê, qeysiyên Meletiyê, li bazarên Ewropayê li marketan bi logoya nîşaneya erdnîgariyê ya Yekîtiya Ewropayê dê werin firotin.”

 

Di belgeya tomarkirinê de ji bo qeysiyên Meletiyê, bajar û navçeyên Meletiyê, navçeya Baskîl a Elezîzê, navçeya Gurun a Sêwasê, navçeya Serê Golan a Semsûrê û navçeya Elbîstan a Mereşê weke sînorê erdnigariyê hatiye diyarkirin.