Banka Cîhanî: Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê dê rêjeya mezinbûna aboriya Iraqê kêm bike

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Banka Cîhanî Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Cîhanî ragihand ku rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê aboriya Iraqê ji sedî 1.1 kêm bike.

Banka Cîhanî hejmara meha Hezîranê ya Rapora Asoya Aboriya Cîhanê weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku aboriya cîhanê bêîstîqrar bûye û di mezinbûnê de kêmbûneke berbiçav heye.

Di Rapora Asoya Aboriya Cîhanê de hat diyarkirin ku pêşketina aborî ya cîhanê bi careke de kêm bûye, ji ber bilindbûna rêjeya faîzê di bazarên ku pêş dikevin û li welatên ku aboriya wan pêş dikeve de rîska stresa darayî zêde bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku mezinbûna aboriya cîhanî ya ku di sala 2022an de ji sedî 3,1 bû, tê payîn ku îsal heta ji sedî 2,1an dakeve. Her wiha hat diyarkirin ku aboriya cîhanî sala bê ji sedî 2,4 û di sala 2025an de ji sedî 3 mezin bibe.

Banka Cîhanî di pêşbîniyên xwe yên meha Çileyê de, pêşbînî kiribû ku aboriya cîhanî ya îsal ji sedî 1,7 û sala bê jî ji sedî 2,7 mezin bibe.

Di rapora Banka Cîhanî de li ser aboriya Iraqê jî hatiye gotin ku pêşbînî dihat kirin îsal aborî bi rêjeya ji sedî 4 mezin bibe lê niha pêşbînî tê kirin ku ji sedî 1.1 kêm bibe.

Banka Cîhanî di rapora xwe de kêmbûna aboriya Iraqê bi du faktoran ve girê dide; di çarçoveya OPEC Plusê de kêmkirina kêfî ya berhemanîna petrolê û rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ku rojane nêzîkî 450 hezar bermîlan dike.

Dadgeha Navdewletî ya Tahkîmê ya Parîsê li ser giliya Iraqê li ser rêkeftina hinardekirina petrolê ya bi Tirkiyê re, biryara rawestandina petrola Herêma Kurdistanê da û hinartina petrolê ji bo Bendera Ceyhanê hat rawestandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst