Daketina nirxê lîreyê Sûrî bandorê li ser jiyana welatiyan kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji ber daketina bihayê lîreya Sûrî beramberî aolarê Amerîkî, hêza xelkê bo kirrîna pêdiviyan kêm bûye. Bazirganên diravan li Qamişlo dibêjin, ku bazirganên kelûpelan sûd ji daketina bihayê lîreyê dîtine, lewra bihayên pêdiviyên welatiyan bilind bûne.

 

Pabendnebûna hikûmeta Sûriyê bi yasayên navdewletî, û binpêkirina mafên mirov,  wiha kiriye ku Amerîka dorpêçek dijwar deyne ser wî welatî, vê yekê jî debara jiyana xelkê  xerab kiriye.

 

Daketina bihayê lîreyê Sûrî, li beramber dolarê Amerîkî, hêza xelkê Qamişlo bo kirîna pêwîstiyan kêm kiriye. Li Qamişlo, bihayên kelûpel û pêwîstiyan bilind bûye û bi awayekî nerênî bandor li ser jiyana xelkê navçeyê kiriye, vê yekê wiha kiriye ku hêza kirîna pêwîstiyan li cem xelkê kêm bibe.

 

Bihayê Lîreyê Sûrî li beramberî Dolarê Amerîkî bi rêjeyeke berçav daketiye, bi awayekî ku her dolarekî Amerîkî bûye beramberî 565 lîreyên Sûrî.

 

Derbarê vê yekê de bazirganê diravan Ebdulkerîm Seberî dibêje: “Bilindbûna bihayê dirav ji ber dorpêçê ye. Bi awayekî taybet zerarê digihîne xelkê. Bilindbûna bihayê dolar xerciyên debara jiyana xelkê zêde dike, û bihayên kelûpelan jî bilind dike, ku xelk zerarê jê dibînin. Herwiha dorpêça aborî jî bandorê li ser hemûyan dike, li ser hemû welat çê dike.”

 

Bazirganên dirav li Qamişlo amajeyê bi wê yekê dikin ku bazirganên kelûpelan sûd ji daketina bihayê Lîre dîtine, lewra bihayên pêwîstiyan bilind bûne.

 

Bazirganê diravan Xalid Şêxe jî got: “Berî 4 rojan, bihayê dolar bilind bû, yek dolar bû bi 580 Lîreyî. Bi sedema başkirina rewşa lîreya Sûrî û çapkirina wê li Banka Navendî ya Sûriyê, niha bi pêş ve diçe. Lê bazirganan keys li wê yekê anîn, û sûd jê wergirtin, û bihayên maddeyên xwe ji yê dolar bilind kirin, lewra wan sûd ji wê derfetê wergirt.

 

Bi sedema pabendnebûna hikûmeta Sûriyê bi yasayên navdewletî û binpêkirina mafên mirov, Amerîka dorpêçek dijwar xistiye ser hikûmeta wî welatî, tevî çêbûna kirîza mirovî li wî welatî, asta debara jiyana xelkê jî bi awayekî berçav xerab bûye.