Bacanên sor erzan dibe

07-05-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Bacanê sor ji ber ku bihayê wê di meha nîsanê de pir zêde bû û li Bakurê Kurdistanl û Tirkiyê bû şampiyonê zemê û di rojevê da ye. Tê payîn ku piştî derketina zerzewadê biharê bihayê bacanê sor jî erzan bibe.


Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Halên Tirkiyê Faruk Akbaş daxuyanî da û diyar kir, ji ber ku par bi Rûsyayê re krîz derket, cotkaran îsal zêde bacanê sor ne çandine.


Akbaş got ku îsal him hinardekirina bacanê sor zêde bû him jî li welêt pir zêde tê xwarin û wiha dewam kir:


"Ji ber bûyeran, sermayê û kêmbûna rekolteyê bihayê bacanên sor pir zêde bû. Car caran em rastî rewşên wiha tên, bacanê sor ên nû hê derneketine. Ji ber ku hindik maye yên nû derkevin, bacan ew qas biha bûn, lê di nav 10 rojan da bacanên sor ên nû dê pê re bigihîjin û bihayê wan jî dê normal bibe. Li gor pêşbîniya me kîloya bacanê sor wê di navbera 1,5 û 2 lireyan de de were firotin. Ez cardin bêjim ku heta 10 rojan bacanê sor dê heta 1,5  lireyî bikeve." (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst