Bandora şerê li Ukrayna: Nirxê rûn li Rojava jî bilind bû
Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Rûsya û Ukraynayê li ser asta cîhanê bandorê li ser aboriya welatan dike û dibe sedema bihabûnan. Ev yek li Rojavayê Kurdistanê jî bû semeda bilindbûna nirxê rûnê xwarinê.
Piştî li beşek ji welatên cîhanê ku pişta xwe bi hawirdeyê ve girêdidin, şer di serî de bihayên petrolê û gaza xwezayî û enerjiyê, heta berhemên xorakê jî di gelek waran de bihabûn çêdibin. Şerê Rûsya û Ukrayna nirxê rûnê xwarinê li Rojavayê Kurdistanê bilind kiriye.
Li Rojavayê Kurdistanê niha nirxê her lîtreyekî rûnê xwarinê gihiştiye 8 hezar û 500 lîreyên Sûriyê, ku berî şer bi 5 hezar lîreyan bû.
Bilindbûna nirxan ne tenê li Rojavayê Kurdistanê çêbûye, lê di heman demê de li Başûr û Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê jî çêbûye.
Li aliyê din di derbarê rûn de Wezîrê Bazirganiya Sûriyê Emro Salim got, ku wan girêbesta kirîna 25 hezar ton rûnê xwarinê çêkiriye û wê di çend rojên bê de rûn bigihîje Sûriyê.
Herwihali navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de bihayê yek lître rûn bi 9 rûn 500 lîreyan e.