Şerê Rûsya û Ukraynayê zerareke mezin dide geştyariya Tirkiyê

07-03-2022
RÛDAW
Sala 2021ê 4 mîlyon geştyarên Rûsî û mîlyonek û 500 hezar geştyarên Ukraynî serdana Tirkiyê kirin
Sala 2021ê 4 mîlyon geştyarên Rûsî û mîlyonek û 500 hezar geştyarên Ukraynî serdana Tirkiyê kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji sektorên din ku şerê Rûsya û Ukraynayê bandor lê kiriye, kerta geştyarî ya Tirkiyê ye. Niha hejmarek kompaniyên Rûsya û Ukrayna geştên xwe betal kirine, ji ber vê yekê qerebalixiya ku berê li Stenbolê hebû, niha nayê xuyakirin.

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bandoreke nerênî li ser sektora geştyariya Tirkiyê dike, ku %10ê dahata wê ji geştyariyê bidest dikeve.

Pandemiya Coronayê nû nû bi dawî dibû û Tirkiyê çaverê dikir vê havînê sektora wê ya geştyariyê wek berî dema Coronayê dîsa geş bibe. Lê vê carê jî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de derbeyeke mezin li hêviyên Tirkiyê da, ku her sal zêdetirîn geştyar ji her du welatan dihatin.

Ji niha de bi dehan kompanyayên Rûsî û Ukraynî rezervasyonên xwe betal kirine û qelebalixiya geştyaran a her sal li kolanên Stenbolê diyar nake.

Xwediyê Kompanya Geştyariyê Îsmaîl Yitmen dibêje: “Kompanyayên geştyariyê yên ku bi Rûsyayê re dixebitin niha rûbirûyê pirsgirêkan dibin û mexdûr in. Di serî de em. Binêrin li gor pereyên ku min daye otelan, heya niha zirara min zêdetirî 11 hezar euro ye. Eger grûpên din jî betal bikin, ligel xebatkarên me, xerciyên ofîsê û yên din, dibe ku bi tevahî 60-70 hezar euro zerar bikim.”

Serokê Yekîtiya Ajansên Geştê yên Tirkiyê (TURSAB) jî dibêje, bandora şer ligel geştyarên Rûsî û Ukraynî li ser Ewropiyan jî çêbûye û rezervasyonên wan jî kêm bûne.

Serokê Yekîtiya Ajansên Geştê yên Tirkiyê (TURSAB) Firuz Baglikaya jî got: “Tenê ne ji Ukrayna û Rûsyayê, bi awayekî xwezayî rezervasyonên ji Ewropayê jî sist bûne. Her kes li bendê ye ku rewş bi lez û bez baştir bibe. Ger wiha berdewam bike, bêguman dê pirsgirêkek pir cidî derkeve holê.”

Kêmbûna geştyaran zerar gihandiye restorant, otel û dikandaran jî.

Xwediyê Restorantê Nuri Şahem jî got: “Berî ev şer destpê bike, gelek geştyarên me hebûn. Niha ji ber ku ditirsin nayên.”

Sala 2021ê tevî pandemiya Coronayê 4 mîlyon geştyarên Rûsî û mîlyonek û 500 hezar geştyarên Ukraynî serdana Tirkiyê kirin. TURSABê îsal çaverê dikir ji Rûsyayê 7 milyon geştyar û ji Ukraynayê 2 milyon û 500 hezar geştyar serdana Tirkiyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst