Gumrika Kirmaşan: Ji sedî 44ê hinardeya Îranê bo Iraqê ji Kirmaşanê bûye

07-03-2022
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gumrika parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di 11 mehên derbasbûyî de nêzîkî ji sedî 44ê hemû hinardeya Îranê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rêya deriyên sînor ên Kirmaşanê hatiye kirin.

Li gor rapora Gumrika Parêzgeha Kirmaşan, di 11 mehên bihorî de bi rêya deriyên sînor ên Kirmaşan bi bihayê nêzîkî 2 milyar û 440 milyon dolaran kelûpel û tişt ji Îranê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine hinardekirin.

Bi giştî 12 deriyên sînor ên Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hene û 5 ji wan li sînorê parêzgeha Kirmaşanê ne.

Çavdêrê Gumrikên Kirmaşan Bextyar Rehmanîpûr dibêje: “Bi rêya deriyên sînor ên vê parêzgehê kelûpelên wek plastîk, corên hesin, kelûpelên bînasazî, şîremenî, fêkî û şînkahî hatine hinardekirin.”

Bextyar Rehmanîpûr amaje bi wê yekê jî da ku ew hewl didin jêrxana deriyên sînor baştir bikin daku asta hinardeya ji wê parêzgehê zêdetir bibe.

Serokê Odeya Bazirganî ya Kirmaşanê Keywan Kaşifî jî dibêje: “Eger jêrxan bê amadekirin, îsal asta hinardeyê heta 3 milyar dolar jî bilind dibe.”

Du deriyên navdewletî yên fermî û sê deriyên nefermî yên parêzgeha Kirmaşan ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst