Meha bihorî 161 hezar kes di sînorê Îbrahîm Xelîl re çûn û hatin kirine

07-02-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Sînorê Îbrahîm Xelîl Geştyar
A+ A-
Zaxo (Rûdaw) - Di mehekê de 161 hezar geştyar bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl çûn û hatin kirine.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Zaxoyê, Yûsif Mûsa ragihand: "Bi tenê di heyama mehekê de 161 hezar geştyar çûn û hatin di deriyê Ibrahîm Xelîl re kirine, ku ji vê hejmarê zêdetir ji 87 hezar ji wan kesan derbasî nav Herêma Kurdistanê bûne".

 

Li gorî amarên Rêveberayetiya Pasport û Nişîngehê li deriyê sînorî yê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, di meha yekê ya îsal de, 34 hezar û 631 kesên hilgirên pasporta Iraqî, û 51 hezar û 673 kesên din ku hilgirê pasportên biyanî bûne, derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxo Yûsif Mûsa ragihand, li gorî amaran 74 hezar û 628 kes jî weke geştiyar bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl çûne Tirkiyê û Bakurê Kurdisanê.

 

Yûsif Mûsa got, ji wê hejmarê 29 hezar û 985 kesên hilgirê pasporta Iraqî bûne û 48 hezar û 595 kes jî xwediyê pasportên Tirkiyê bûne û tenê 2 hezar û 48 kes hilgirên pasportên biyanî bûne.

 

Peyamnêrê Rûdawê amaje bi wê yekê jî kir, ku rêjeya çûn û hatina geştyar û rêwiyan di rêya sînorê Îbrahîm Xelîl re weke sala bihorî ye û cudahiyek zêde di navbera amaran de nîne.

 

Yûsif Mûsa got, bi giştî kêmtirîn çûn û hatin, di mehên 11 û 12 ên sala derbasbûyî de bûye, lê li hinek mehan jî hejmar zêde bûye û zêdetir ji 200 hezar kes di rêya vî deriyê sînorî çûn û hatin kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst