Xelata 2016an bû ya Renault TREZORê

07-02-2017
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – 32emîn Mîhrîcana Otomobîlan a Navdewletî birêve çû, di mîhrîcanê de “Xelata Konsepta Herî Rind a Otomobîlên 2016an” Renault TREZOR wergirt.

 

Şîrketa Reanaultê aşkere kir, li Parîsê 32emîn Mîhrîcana Otomobîlan a Navdewletî hatiye lidarxistin û di mîhrîcanê de lijneyê, Renault TREZOR weke “Konsepta Herî Rind a Otomobîlên 2016an” hilbijartiye.

 

Rêvebirê Sêwirandinê yê Renaultê Laurens van den Acker li ser xelatê diyar kir, ku ev xelat ji bo wan dê bibe îlham da ku stratejiyên xwe yên sêwirandinê berdewam bikin. Herwiha Acker spasiya lijneyê jî kir.

 

Laurens van den Acker destnîşan kir, taybetmendiyên bihêz ên TREZORê li ser sêwirandina modelên otomobîlên ku dê di siberojê de derkevin, nîşane ne û got: “Ev destpêka konsepteke nû ya Renaûltê ye ku di demeke nêz de, dê li ber çavan were raxistin.”

 

Serokê Mîhrîcana Otomobîlan Remi Depoix jî diyar kir, ku TREZOR ji bo otomobîlên konsept, nimûne ye û aşkere kir, ku giringiya ku dane hûrgiliyên otomobîlê û sêwirandina wê, wî bi xwe jî nirxandiye.

 

Depoix herwiha got: “Em wisa difikirin, TREZOR berhemeke wisa ye ku dê îlham bide otomobîlên siberojê yên Renaultê.”

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst