Banka Standard Chartered dixwaze pişkên xwe li Iraqê bifiroşe

07-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li gor nûçeyeke ajansa Reutrsê, banka Standard Chartered a berîtanî dê pişkên xwe di banka Dar el-Selam a iraqî de bifiroşe û di destpêka meha bê de dê were Herêma Kurdistanê.

Banka navdar a berîtanî Standard Chartered di cotmeha 2013an de ofîs û yekemîn şaxê xwe li Bexdayê vekir. Ew bank yek ji bankên herî baş û bawerpirkî yên biyanî ye ku şaxên xwe li Iraqê vekiriye û karên wan li Iraqê heye, piştî ku aboriya Iraqê di rêya petrolê re ber bi pêşveçûneke mezin ve diçe.

Standard Chartered dixwaze di destpêka meha bê de şaxekî xwe li Herêma Kurdistanê veke ji bo sûdê ji dayîna pereyan bi projeyên hikûmî yên mezin ên girêdayî jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê werbigire.

Roja 4ê vê mehê Balyozê Berîtanya li Iraqê Simon Paul Collis di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku banka Standard Chartered dixwaze şaxekî xwe li Herêma Kurdistanê veke. Herwiha ew bank dixwaze şaxekî xwe li Besrayê jî veke.

Serokê şaxê banka Standard Chartered li Bexdayê Gavin Richard ji Reutersê re ragihand ku şer û mercên karkirinê li Kurdistanê baştir dibin û got ku pêşveçûna li Kurdistanê ji bo wan handerek e.

Rewşa ewlekariyê û pirsgirêkên îdarî û şert û mercên siyasî rê li ber hinek kompaniyên cîhanî girt ku bêne Iraqê, banka Standard Chartered jî dixwaze ji Iraqê derbikeve û pişkên xwe di banka Dar el-Selam de bifiroşe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst