KURDISTAN – Kirîn û frotina xaniya ji sedî 20 zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora ofîsa firoşgeha mal û milkan a bi navê Hoşnawetî Emlaqê ku navenda wê li Hewlêrê ye, li kolana Wezaretan a Hewlêrê bihayê erdekî 600 metre çarqoşe digihêje heta milyonek dolar.

 

Ofîsa Emlaqê Hoşnawetî ya li Hewlêrê derbarê kirîn û firotina mal û milkan de li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê raporek amade kir.

 

Li gor raporê di sala 2018an de li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê bazara kirîn û firotina mal û milkan zindî bûye.

 

Derbarê vê mijarê de Rêveberê Ofîsa Hoşnawetî Bîrwa Ferîk Xoşnav ji Rûdawê re wiha got: “Li gorî raporê di sala 2018an de kirîn û firotina mal û milkan ji sedî 20 zêde bûye. Li gel vê yekê bihayê wan jî zêde bûne.”


Bîrwa Ferîk Xoşnav da zanîn ku piştî şerê DAIŞê li Herêma Kurdistan û Iraqê nirxê mal û milkan daket, lê ji parve dîsa hêdî hêdî bihayê mal û milkan dest bi berz dibin.

 

Xoşnav wiha got: “Xaniyek bihayê 30 hezar dolar be, bo 35 hezaran berz bûye. Herwiha xaniyeke 200 hezar dolar be, 20 hezar dolar din jî ser bi nirxê xanî ve zêde bûye. Me par xaniyek da 7 milyon dolar. Li Hewlêrê hinek xanî hene bihayê wan zêdeyî 20 milyon dolaran e. Herwiha li Kolana Wezaretan bihayê erdekî 600 metre çarqoşe digihêje heta milyonek dolar.”

 

Rêveberê Hoşnawetî da xuyandin ku bi heman awayî kireya mal û milkan jî zêde bûye û got: “Di nivê duyem ê sala 2018an de ji sedî 45 hejmara kesên xanî kire girtine zêde bûn.”

 

Wek sedama zêdebûna kesên xaniyan kire digirin jî Hoşnav koçberên ji Mûsil û Besrayê hatine nîşan da.

 

Bîrwa Ferîk Xoşnav herwiha anî ziman ku tê pêşbînikirin di sala nû de bihaye mal û milkan zêde bibe.