Bihayê petrolê îro %1 bilind bû

07-01-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Petrol Bilindbûn Nirx Brent Teksas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Duşembiyê piştî vekirina bazarên Asyayê, ji ber geşbîniyên derbarê danûsatndinê navbera Amerîka û Çînê de bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1 bilind bû.

 

Vê sibê roja Duşemê bihayê petrola Brent 69 sent bilind bû û bi 57 dolar û 75 sentan danûstandin pê hat kirin. Bihayê petrola sivik a Teksasê jî 71 sent bilind bû û her bermîlek bi 48 dolar û 67 sentan danûstandin pê hat kirin.


Kêmkirina asta berhemanîna petrolê ji aliyê endamên OPEC û derveyî wê rêxistinê di çarçoveya rêkevtina navbera wan de, sedemeke din bû ku bihayê petrolê bilind bibe.

 

Bilindbûna bihayê petrolê di demekê de ye ku şandeke Amerîkayê gehiştiye Pekînê û li ser karêbarê bazirganî yê navbera wan ligel Çînê dest bi danûstandinan kirine. Geşbîniya bi danûstandinên navbera yekem û duyem hêzên aborî yên cîhanê, ji xeynî bihayê petrolê, nirxî borseyan jî bilind kiriye.

 

Amerîka û Çîn ji destpêka sala 2018ê ve bi şerekî dijwar ê bazirganî ve mijûl in ku bûye sedema kêmbûna bazirganiya navbera wan. Ev şerê bazirganî herwiha bûye sedema sistbûna pêşketina aborî ya cîhanê jî. Banka Goldman Sachs di rapora xwe ya herî nû de ragihandiye ku ji ber aloziyên siyasî ku aboriya welatan dike armanc, pêşbîniyên xwe bo bihayê petrolê di 2019ê de ji 70ê dolarî daxistiye 62 dolaran.

 

Banka JP Morgan a Amerîkî jî ragihandiye, pêşketina aborî ya ji sedî 3 ku berî bo aboriya cîhanê dihat pêşbînîkirin, wiha dixwiye neyê bidestxistin. Li aliyekî din li gor amarên OPECê, asta berhemanîna wê rêxistinê di meha 12 de 460 hezar bermîl kêm bûye û daketiye 32 milyon û 680 hezar bermîl. Lê bilindbûna asta berhemanîna petrola Amerîkayê bûye mezintirîn asteng li ber hewlên OPECê bo bilindkirina bihayê petrolê.

 

Hefteya borî asta berhemanîna petrola Amerîkayê bilind bû û rojane gehişte 11.7 milyon bermîl, li gor vê yekê Amerîka niha mezintirîn welatê berhemhênerê petrolê ye li cîhanê û ji Siûdiye û Rûsyayê zêdetir berhem tîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst