‘Pesendkirina bûdceya Iraqê li ser şanda Herêma Kurdistanê maye’

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê kurd ê Bazirganiya Iraqê Dr. Xeyrulla Hesen, diyar kir ku pesendkirina bûdceya giştî ya sala 2014an a Iraqê li ser serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexdayê maye.

Wezîrê Bazirganiya Iraqê Dr. Xeyrulla Hesen, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, sedema ku heta niha bûdceya sala 2014an a Iraqê nehatiye pesendkirin, nehatine şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ye.

Dr. Xeyrulla Hesen, da zanîn, ji ber ku li gorî rêkeftina navbera serokwezîrên Iraq û Herêma Kurdistanê di serdana beriya niha ya Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê de, her du aliyan li ser çareserkirina arîşeya bûdceyê li hev kirine lê divê şanda Herêma Kurdistanê bo çareseriya dawî serdana Bexdayê bike lê heta niha ev serdan nehatiye kirin.

Wî wezîrê kurd ê Iraqê ragihand, Bexda niha li benda şanda Herêma Kurdistanê ye da ku pêşniyarqanûna bûdceyê pesend bike û bişîne parlamentoyê da ku bo cara dawî were qebûlkirin.

Cîgirê nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Osman Ebdulla, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, biryar e şandeke Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê serdana Bexdayê bike lê heta niha dema serdanê nehatiye destnîşankirin.

Serdana herî dawî ya şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, roja 25ê Kanûna 2013an hatibû kirin.