Di gotûbêjên Parlamentoya Tirkiyê yên li ser budceyê de alozî derketin

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema gotûbêjên li ser budceya sala 2023an de li Parlamentoya Tirkiyê, di navbera parlamenterên opozîsyon û desthilata wî welatî de alozî derketin.

Rûniştinên Parlamentoya Tirkiyê yên derbarê butçeya 2023an de berdewam in. Di yekem roja rûniştinê de ku Duşembê destpê kir, nîqaşên zêde çêbûn û alozî derketin.

Wêneyê Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay û Veysel Filiz ku ligel 100 kîlo madeyên hişber hatibû girtin, bû sedema nîqaşeke zêde.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay got: “Ez bi ti awayekî nas nakim. Min bi ti awayekî û li ser ti mijarekê peywendî ligel nekiriye. Derbarê ti tawanekî kiribe yan tevlî bûbe yan derbarê desteserkirina wî de, min qet ligel ti desthilatekê, postek an kesek an dadgehekê peywendî nedaniye.”

Parlamenterê CHPê Engin Ozkoç jî got: “We got min ligel wî Veysel Filiz li cihekî giştî wêne girtiye, ev wêne li ofîsa te hatiye girtin. Temaşe bike ev ew wêne ye ku we li ofîsa te girtine, hevawayê vê çar pênc wêneyên we yên din hene. We her hinekî berî niha derew kir.”

Dema Alîkarê Serokê AKPê Numan Kurtulmuş axifî, hinek parlamenteran nerazîbûn pêşan dan û navê bazirganê maddeyên hişber ê Îranî Nacî Şerîfî Zîndeştî û Reza Zerab hat bibîr xistin ku bi tohmeta spîkirina pere û şikandina ambargoyên ser Îranê li Amerîkayê tê dadgehkirin.

Serokê CHPê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bi bazirganîkirina maddeyên hişber tohmetbar kir û got, bi wê rêyê kurtanîna bûtçeyê çareser dikin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Koşk û hevbeşên wê, dema welat niqum kirin, kurtanîna butçeyê teqiya, bi pey komkirina pereyan ketin, gotin ji ku bi dest me dikeve? Dema kesî bi başî sermaye nekir, mohlet dan karekî gelekî tarîk, heft caran yasa serrast kirin, bi kurtî gotin pereyan bîne, qet ji ti napirsim ji ku bidest te ketiye. Hun rêya hişberan dizanin? Dizanin ji Efxanistanê çawa tê? Tenê ew maddeya hişber a ji deriyê Îranê ve tê, dizanin salane 50 milyar dolar e?.”

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê daxwaz ji Serokê CHPê kir ku gotinên xwe îspat bike û Wezîrê Navxwe jî di Twittekê de nivîsî: “Kiliçdaroglu eger îftîraya xwe îspat neke bêşeref e.”

Rûniştinên parlamentoyê berdewam in. Li gor karnameya parlamentoyê, gotûbêjên li ser reşnivîsa butçeya giştî ya Tirkiyê bo sala 2023an heta 16 vê mehê berdewam dibin.