Kurdistanê baca ser cixare, nargîle û meyê zêde kir

06-12-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Cixare Mey Nargîle Bac Zêdekirin
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya Wezareta Tendirustiyê ya zêdekirina bacê li ser cixare, nargîle û meyê pesed kir û dahata wê bacê jî dê ji bo Wezareta Tendirustiyê were terxankirin.

 

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Hemereşîd di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan daye ku bi rêjeya %5 a buhayê wan, bac li ser cixare, nargîle û meyê deynin.” Herwiha biryar e dahata wê bacê jî ji Wezareta Tendirustiyê re were dayîn.

 

Dr. Rêkewt Hemereşîd diyar kir, ku biryar piştî ragihandina fermî, dê were cîbicîkirin û bi vî awayî Kurdistan dê têkeve nav rêza wan welatên pêşketî ku li ser wan madeyên ku zirarê didin tendirustiya mirovan bac danîne.

 

Hemereşîd herwiha aşkere kir, bacên ku dê werin standin, dê di beşa xweparêziyê ya nexweşxaneyan de werin xerckirin.

 

(Î.A)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst