Trump li pêş e, Bitcoin firiya
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî encamên destpêkê yên hilbijartinên Amerîkayê, Bitcoin bi ser 75 hezar dolaran ket ku rekoreke nû ye.
Li gorî encamên nefermî yên 40 eyaletî 230 delegeyên Donald Trump û 209 delegeyên Kamala Harrisê hene.
Bi tevahî 50 eyalet hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.
Piştî van encaman hêviya ku dê Namzedê Komariyan Donald Trump bi ser bikeve zêde bû û bihayê Bitcoinê bi carekê re zêde bû.
Li gorî daneyên Coinmarketcapê, Bitcoin gihişt 75 hezar û 11 dolaran ku rekoreke dîrokî ye.