Endezyarekî Dêrikê li Îmarat serpereştiya forumeke avahîsaziyê dike

06-11-2022
Endezyarekî Dêrikê li Îmarat serpereştiya forumeke avahîsaziyê dike
Endezyarekî Dêrikê li Îmarat serpereştiya forumeke avahîsaziyê dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endezyarekî Kurdê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê li Îmarat serpereştiya forumeke avahîsaziyê dike.

Endezyareê Kurdê Rojavayê Kurdistanê  Şehwan Mihemed li Îmaratê karên mezin dike û kesekî serkeftî ye, rêveberê giştî yê ofîseke rawêjkariya endezyariyê ye, projeyên gelekî mezin li Îmaratê çêkirine.

Ofîsa Şehwan Mihemed li, di sala 2022 de, ji aliyê hikûmetê ve yek ji ofîsên rawêjkariya endezyarî ya herî baş hatiye hilbijartin.

Îro li Îmarat li bajarê Ecman li otêla Radîson Forumeke Endeyarî saz kir, têde berpirsên projeyên avakirinê yên naskirî û endezyarên navdar beşdar bûn.

Di forumê de semîner hatine pêşkêşkirin, di semîneran de behsa pêşketin û qalîteya avakirinê hate kirin.

Şehwan Mihemed jî di panêla xwe de bal kişande ser dîzayn û kualîtî kontrola avahiyan.

Şehwan Mihemed ji Dubai bû mêvanê Rûdawê û got: “17 salin ez li Îmaratê endazyarim. Me hejmareke proje li Hewlêr û Duhokê hene.

Mihemed herwiha got ku karê li Dubai tê kirin li hemû cîhanê nayê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst