Di pêşangeha Amedê de 5 ton zêr hatin nîşandan

06-11-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Pêşangeha Zêran li Amedê berdewam e
Pêşangeha Zêran li Amedê berdewam e
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê piştî koronayê yekemîn pêşangeha zêringeran hat vekirin. Di pêşangehê de bi qasî modelên nû yên zêran mankênên ku van zêran pêşan didin jî bal kişandin. Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 46 kompanî beşdarî pêşangehê bûn û 5 ton zêr derxistin bazarê.

Li Amedê piştî derketina nexweşiya coronayê pêşangeha yekemîn a zêringeran hate vekirin. Di pêşangehê de modelên herî nû yên cureyên zêran gustîl, bazin, kolye, xirxal, xişik û xizêman hatin pêşandan. Di pêşangehê de gelek modelên balkêş cih girtin. 

Zêringerê ji Gumgumê Mereşê Faruk Sevgîlî xalîçeyeke zêr kariye di 3 mehan de çêke. Buhayê wê xalîçeyê 500 hezar dolar e.

Hosteyê Xalîçeya Zêrîn Faruk Sevgîlî dibêje: “Xalîçeya me 9 kîlo û nîv e. Em dikarin bi her awayî kurt an jî dirêj çêkin. Em dikarin ji her derê re çêkin. Em dikarin 8 eyar, 14 eyar, 18 eyar, 21 eyar û 22 eyaran jî çêkin.”

Di pêşangehê de modelên ku herî zêde li bajarên Kurdan têne firotin jî bi rêya mankenan hatin nasandin. Bi taybetî jî modelên ku jinên Kurd li ser kiras û xiftanan ber dikin.

Zêringerê Colemêrgî Selahedîn Baş jî got: “Teqrîben ev 300 hezar lîreyî ye. Teqrîben ev kemera wê jî 275 hezar lîreyî ye. Ev jî lepik in. Exleb muşteriyên me jî hemû kurd in. Muşteriyên me camêr in. Em jî bi erzanî difiroşin. Em didine zêringeran. Zêringer jî didin Cizîriyan, Şirnexiyan, didin Mûşiyan.”

Ji Başûrê Kurdistanê jî şandeyeke zêringeran ku ji 35 kesan pêk dihat serdana pêşangehê kirin. Wan ji modelên îsal gelek hez kir. Ew dê hin modelan ji Bakur bibin Başûr.

Zêringerê ji Duhokê Elî Hero jî got: “Em li vir mirovên nû dibînin, modelên nû dibînin. Di navbera me de bazirganî çêdibe. Herdu alî jî jê feydeyê digrin.”

Zêringerê ji Duhokê Serdar Taha  Ehmed  jî diêje: “Zêrên me texrîben gelek ji Stenbol û Bakur çêdibin. Berî hingê me ji Dubaiyê, dewletên erebiyan, ji Îmaratê dikirîn. Lê modelên li vir xweşiktir in.”

Di pêşangeha zêran a Amedê de 5 ton zêr derketin bazarê. Pêşangeh dê roja Yekşemê saet di 7ê êvarê de bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst