Bandora hilbijartinên Amerîkayê li ser aboriya Tirkiyê

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê gelek kes sedema xirabbûna bazaran û rewşa aborî bi Amerikayê ve girê didin û rayedarên hikumeta Tirkiyê jî gelek caran behsa wê yekê dikin ku sedema xirabbûna bazaran êrîşên Amerikayê û welatên Ewropî ye. Niha jî nîqaşeke gerim li ser wê yekê heye ka eger li Amerikayê desthilat biguhere yan her weku xwe bimîne dê bandora wê li ser aboriya Tirkiyê çi be.

Li gorî raporeke ku ji aliyê Blombergê ve hatiye belavkirin, di destpêka sala 2020 ve lireyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî ji sedî 30 nirxê xwe ji dest daye û di vê mijarê de jî Tirkiyê di asta cihanê de di rêze yekem de ye. Hem hikumeta Tirkiyê hem jî çavdêrên siyasî li bendê ne ka dê serdema nû ya piştî hilbijartinên Amerikayê çi bandorê li aboriya Tirkiyê bike.

Alper Tan, Koordînatorê SDE dibêje, “Çi Biden çi Trump; bo Tirkiyê çi giringiya wê û bandora wê nîne. Di aliyê aboriyê de dibe ku bi demkî hinek guherin hebin, lê bi şêweyekî cidî çi guhertinek nabe. Ji ber ku serokên Amerikayê êdî tenê ji bo hemwelatiyên Amerikayê girîng in.”

Li bazarên Enqerê çi firoşkar çi xelk piraniya hemwelati di wê baweriyê de ne ku hilbijartinên Amerikayê bandorê li aboriya Tirkiyê nake ji ber ku pêwîstî bi çareseriyên xwecihî heye.

Firoşkar Cemal Kiran dibêje, “Ez bawer nakim bandora wan li ser bazara me hebe, dibe ku li ser bihayê dolarî bandorê bike lê weke din çi bandorê li me û bazara me nake.”

Hemwelatiyê bi navê Mehmet Bazîdî dibêje, “Li Tirkiyê rewş nemaye, hikumetê her tişt firot û tiştekî din jî nedanî şûnê, veberhênan nema, çavkaniyên aboriyê neman, ez bêjim Biden û Trump jî bibin serokên Tirkiyê êdî nikarin Tirkiyê ji vê rewşê xilas bikin.”

 Kurdên Enqerê jî ji ber debara xwe û bi giştî rewşa Tirkiyê û navçeyê, hilbijartinên Amerikayê bi nêzikî ve şopandin.

Karkerekî Kurd ê bi navê Metîn Xerzî ku rojane bi 100 lireyan kar dike, ew jî wek gelek kesan bê hevî ye ku di demeke nêzîk de aboriya Tirkiye baş bibe.

Karker Metîn Xerzî dibêje, “Ez ditirsim gelek tiştan bêjim ji ber ku tirsa girtinê heye, lê Biden ji bo me Kurdan baştir e, Trump dostê Erdogan e eger ew were ew dê careke din me binpê bikin.”

Li gorî nêrîna fermî ya hikumeta Tirkiyê giring nîne ku li Koşka Spî Trump yan Biden hebe girîng ew e ku Amerika weke dewleteke berdewam hevalbendekî Tirkiyê be.

Herwiha Tirkiye dixwaze asta bazirganiya xwe bi Amerikayê re ku salane 20 milyar dolar e, bigihîne 100 milyar dolaran.