Rojavayê Kurdistanê berê xwe dide enerjiya rojê

12 demjimêr berê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê enerjiya rojê roj bi roj berbelavtir dibe.

Ji ber ku li rojavayê welêt kareba kêm e xelkê berê xwe daye enerjiya rojê.

“Alternatîva elektrîkê enerjiya rojê ye”

Heval Hesenê ku şêniyekî Qamişloyê ye diyar kir ku enerjiya rojê di sektora çandiniyê de jî tê bikaranîn û got:

“Kirîneke mezin û berfireh a solarên enerjiyê heye. Bi rastî niha alternatîva elektrîkê enerjiya rojê ye, mazot kêm e jenerator têrê nakin.

Xelkê berê xwe daye solarên enerjiyê, tewr ji bo sektotra çandiniyê û ji bo bîrên avê tên bikaranîn.”

Tirkiyeyê îsal gelek caran êrişî çavkaniyên enerjiyê yên Rojavayê Kurdistanê kir.

Gelek caran bîrên petrolê, santralên karebayê, bîrên avê, bendav û tewr weşanxene jî kirin hedef.

Van êrişan bandoreke zêde li jiyana rojane kir û heta niha jî pirsgirêka kareba û avê berdewam dike.

“Nebûna elektrîkê ji ber êrişên Tirkiyeya dijmin e”

Pisporê Enerjiya Rojê Ednan el-Hesen wiha behsa bandora êrişên Tirkiyeyê kir:

“Nebûna elektrîkê ji ber êrişên Tirkiyeya dijmin e. Pirsgirêkeke mezin li gundewar û bajaran çêkir, ev yek bû sedema tarîtiyeke berdewam.

Jenerator nikarin bi berdewamî bixebitin, lewra enerjiya rojê bû çareseriyeke bikêrhatî, ji sedî 60 heta 70ê xelkê herêmê re bû çareseriyeke hêsanker.

Enerjiya rojê gelek pirisgirêk çareser kirine, bi taybetî jî ji bo xwendekaran û nexweşên li malan gelekî baş e.

Jiyan bê elektrîk nayê qedandin. Divê pirsa bikaranîna enerjiya rojê li hemû herêmên Rêveberiya Xweser li ber çavan bê girtin.”

Li gorî aliyên pêwendîdar, niha li Rojavayê Kurdistanê ji sedî 40ê xelkê çi ji bo malan, kargehan û avadaniya çandiniyê pişta xwe bi enerjiya rojê ve girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst