Îsal ji ber hişkesaliyê berhema fisteqên Sêrtê kêm e

06-09-2023
RÛDAW
Werza çinîna fisteqên Sêrtê dest pê kiriye
Werza çinîna fisteqên Sêrtê dest pê kiriye
Nîşan Fisteq Sêrt Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Tê gotin ku îsal ji ber hişkesaliyê berhena fisteqên Sêrtê kêm e.

Fisteqên Sêrtê, ji aliyê bi qasî 14 hezar hilberîner ve li qadeke 400 hezar donimî tê çandin.

Werza çinîna fisteqên Sêrtê dest pê kiriye.

Hilberîner diyar dikin ku tevî ku îsal sala berhemhilanînê ye ji ber hişkesaliyê û şert û mercên hewayê yên neguncaw dê berên fisteqan kêm bin.

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fisteqên Sêrtê Şuayip Aslan ragihand ku xebata aborî ya herî giring a bajêr fisteq e û got ku bi saya wê li gelek cihan tesîs hatin avakirin.

"Heke em tedbîran nestînin dibe ku darên me hişk bibin"

Şuayip Aslan destnîşan kir ku tevî ku îsal sala berhemhilanînê ye jî di şert û mercên asayî de 70 hezar ton fisteqên taze û 30 hezar ton fisteqên qelişandî tên bidestxistin lê ji ber hişkesaliyê hêviyên çinînê kêm bûne.

Aslan got, "Mixabin ji ber hişkesalî û şert û mercên neguncaw ên hewayê bendewariya me ji bo fisteqên ter daket 30 hezar ton û ji bo fistiqên qelişandî daket 12 hezar tonî."

Aslan bal kişand ser giringiya avdanê û wiha got:

"Tişta ku em ji dewleta xwe dixwazin ew e ku ji bo ku tesîra hişkesaliyê kêm bibe em bikarin salê 2-3 caran fisteqên xwe av bidin.

Eger ji çandina fisteqan zêdetir giringî ji projeyên avdanêre bê dayîn hem qalîte û hem jî berdariya berhema me dê zêdetir bibe.

Eger hişkesalî wisa berdewam bike û em tedbîran nestînin dibe ku darên me hişk bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst