Welatî di bin deynê kartên krediyê de mane

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Sererastkirin û Pişkînînê ya Bankayan (BDDK) amarên dawiya Hezîrana 2023an ên deynê krediyan eşkere kirin.

Li gor amarên BDDKyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deynê welatiyan ê kartên krediyê ji sedî 178,7 zêde bûye û gihîştiye 793 milyar lîreyan ku nêzîkî 3 milyar dolaran dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her ku diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û deynên welatiyên ên bankayan zêdetir dibin.

Deynê welatiyên li herêmên erdhejê li gor asta giştî zêdetir bûye

Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 3 mehên dawî de deynên welatiyan ên kartên krediyê ji 37,6 zêde bûne lê ev rêje li 11 bajarên herêma erdhejê ji sedî 40,6 e.

Herwiha di nav salekê de deynên welatiyan ên kartên krediyê li 11 bajarên herêma erdhejê ji sedî 223,4 zêde bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî deynê kartên krediyê, bi rêjeya ji sedî 49,4 herî zêde deynên pewîstiyên kesayetî zêde bûne û ev deyn gihiştine 749,5 milyar lîreyan.

Li gorî bajaran jîherî zêde deynên Semsûra Bakurê Kurdistanê ku erdhejê zerareke zêde dabûyê zêde bûne. 

Deynên Semsûriyan bi rêjeya ji sedî 72,4 zêde bûne û gihîştine 3,3 milyar lîreyan.

Di rêza herî dawî de jî bi rêjeya ji sedî 34,1 Şirnexa Bakurê Kurdistanê heye û deynên Şirnexiyan 2,3 milyar lîre ne.