Zirara şewata li Bazara Qeyserî ya Hewlêrê 10 milyon dolar e

06-08-2018
RÛDAW
Şeva 5ê Tebaxa 2018 agir li Bazara Sêbîran a li nav Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket û di encamê de gelek dikanên welatiyan şewitîn.
Şeva 5ê Tebaxa 2018 agir li Bazara Sêbîran a li nav Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket û di encamê de gelek dikanên welatiyan şewitîn.
Nîşan Hewlêr Bazara Sêbîran Bazara Qeyserî Agir Şewat Zirar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêr şev agirek mezin li Bazara Sêbîran a nav Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket û piştî 16 demjimêran ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve ev şewat hat kontrolkirin. Qayimmeqamê Hewlêrê ragihand, di encama vê agirketinê de 110 dikanên bazarê şewitîne. Lê dikandarek ku li Bazara Sêbîran dikanên wî hebûne, dibêje, di bûyera agirketinê de 300 dikan şewitîne û zirara di encama şewatê de jî nêzîkî 10 milyon dolarî ye.

 

Şeva (05-08-2018) agir li Bazara Sêbîran a li nav Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket û di encamê de bi sedan dikan şewitîn. Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Mulazim Bêwar Zeyd ji Rûdawê re got, ku agir bi 16 demjimêran hate kontrolkirin.

 

Li gorî zanyariyên destpêkê, sedema agirketinê hebûna kêşe di elektirîka bazarê de bûye.

 

Qayimmeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd dibêje: “Wiha xuya ye ku ji ber kêşeya elektirîkê bûbe.” Nebez Ebdulhemîd ji Rûdawê re got: “Di danê sibehî de agir hat kontrolkirin, lê belê kêşe li jêrzemîna bînayê bû, ji ber ku di dikanan de kelûpelên plastîkî û cilûbergên binî hebûn, agir cardin pê dibû. Hemû dikanên bînayê neşewitîne, lê belê 110 dikan di bûyerê de şewitîne.”

 

Lê belê Bayiz Hesen ku 16 sal e li vê bazarê xwedî dikan e, ji Rûdawê re dibêje: Li bazarê nêzîkî 300 dikan hebûn, her hemû şewitîn.

 

Bayiz Heen herwiha got: “Tîmên agirvemirandinê bi dilsozî hewla kontrolkirina agir didan, lê belê ew kelûpelên ku li ber destê wan bûn, ewqas pêşkevtî nebûn ku bikarin bi wan agirekî bi vî awayî vemirînin.”

 

Ev dikandar ku li Bazara Sêbîranê xwedî 3 dikan û 2 embaran bû, derbarê zirarên bûyera agirketinê de dibêje: “Ev bazar cihê firotina bi komî bû, kelûpelên hemû Hewlêrê ji vê bazarê dihatin dabînkirin, dem jî nêzîkî cejnê bû, lewma gelek kelûpel di nava dikanan de hebû, di her dikanekekê de bi buhayê zêdetir ji 30 hezar dolarî kelûpel têde hebû, ji bilî wê hinek ji wan pere jî di nava qaseya dikanên wan de hebûne, dikandar hebûye ku 80 hezar dolar di nava qaseya dikana wî de hebûye. Min bi xwe bi buhayê 15 hezar dolarî kelûpel di nava dikan û embaran de hebû ku hemû şewitîn û ji min re tiştek nema.”

 

Bi texmîna wî dikandarî, eger her dikanek bi buhayê 30 hezar dolarî kelûpel têde bû, wê demê zirara şewitna wan 300 dikanan nêzîkî 10 milyon dolarî dibe.

 

Mam Azad çend sal bû ku li ser mêzekê kasibî dikir, heta ku karî dikanekê li nav Bazara Sêbîran a li Bazara Qeyserî ya Hewlêrê bikire, lê belê niha bi çavekî tijî rondik li beramber dikana xwe sekiniye û dibêje: “28 sal bû li ser erebane û mêzê min tişt difirotin, bi keda xwe ya 28 salan û firotina xaniyê xwe min karî dikanekê bikirim, lê tenê piştî 15 rojan bû bi xwelîşînk.”

 

Tenê Bazara Sêbîran nîne, ku li nav Qeyseriya hewlêrê sîstemeke kevn da dabeşkirina elektirîkê heye, belku gelek bîna û avahiyên jî hene ku heman kêşe hene. Nûnerê Rêveberiya Giştî ya Elektirîka Hewlêrê, Remzî Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: “Ev bîna yek ji wan çar-pênc bînayên kevn e ku ji salên 1990î ve hene û wayer û kabloyên elektirîkê li wan bînayan gelek bi alozî hatine danîn û qerebaliqiyeke mezin a wayer û kabloyan çêbûye. Wan dikanan jî tevde kablo û kontakterên wan hene û gelek caran di dema guherîna elektirîkê ji elektirîka jeneratoran ve bo elektirîka niştimanî, agir ji kontakteran diçe û bûyerên agirketinê jê çêdibin.”

 

Derbarê qerebûkirina xwediyê dikanan jî, Qayimmeqamê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand: “Komêteyek bo pêkanîna lêkolînê li ser vê bûyerê ji aliyê Berevaniya Sivîl ve hatiye pêkanîn, û eger her aliyek xemsarî kiribe, divê berpirsatiya bûyerê qebûl bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst