Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku civîna welatên endamên OPEC û hevpeymanên wê, wate OPEC Plus hat hilweşandin û rêkeftin li ser zêdekirina berhemanînê nehat kirin, nirxê petrola Brent bilind bû û gihişte 77.49 dolaran ku ji sala 2018ê ve, negihiştiye wî astî.
OPEC di daxuyaniyekê de ragihandiye ku civîn nehat encamdan û dê di siberojê de dema civînê diyar bikin.
Ev nêzîkî salekê bû, OPEC Plus biryar dabû ku hinardekirina petrolê kêm bike, ji ber ku korona bandoreke mezin li ser bazaran çêkir û nirxê petrolê kêm kir.
Lê ji meha Gulana bihorî ve, welatên endamên OPEC Plus dest bi zêdekirina berhemanînê kirin, yek ji pêşniyaran ew e, berhemhênerên petrolê ji meha bê ve, rojane 400 hezar bermîl petrola zêdetir bixin bazarê.
Dibe ku cudahiyên nêrînan di navbera endamên OPEC Plus bibe sedem ku plan paş bikeve an jî neyê cîbicîkirin.
Şirovekarekî warê petrolê, Biyarn Şîldrop dibêje: “Bazara petrolê li benda çend senyaryuyan e, yek ji wan senaryuyan ev e ku eger rêkeftin neyê kirin û berhemanîna petrolê neyê zêdekirin, wê demê dê buhayê petrolê gelek bilind bibe. Senaryuya duyem jî ev e ku eger rewş bi vî corî be ku her welatek bi dilê xwe petrolê berhem bîne û hinarde bike, wê demê dê nirxê petrolê dakeve.”
Saznekirina civîna OPEC Plus bû sedem ku buhayê her bermîleke petrola Bret bi qasî %1 bilind bibe û 77 dolarên amerîkî derbas bike. Herwiha her bermîleke petrola rojavayê Teksasê jî gihîşt 76 dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse