Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Em alternatîfên hinartina petrola Kurdistanê gotûbêjan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî ragihand ku wan bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê re têkildarî dubare hinartina petrola Kurdistanê planeke alternatîf gotûbêj kirine.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyyan Ebdulxenî bû mêvanê bernameya taybet a Nwêner Fatîh ku şeva bihorî saet 21:00’an li ser ekrana Rûdawê hat weşandin, û derbarê mijarên rojevê de bersiva pirsan da.

Heyyan Ebdulxenî diyar kir, girêbestên wan aliyên ku dê petrola Kurdistanê bikirin, temam bûne û got, “Kompaniya Firotina Petrola Iraqê (SOMO) dê li gorî nirxê diyarkirî yê cîhanê  petrola Kurdistanê bifiroşe û ti guhertinek têde çênabe.”

Wezîr Ebdulxenî diyar kir ku wan bi fermî Tirkiye ji bo veguhestina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhanê agahdar kiriye û got, “Me bi fermî ji Tirkiyê re ragihandiye ku em amade ne petrolê hinarde bikin. Em çaverê dikin ku şandeke Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka hinartina petrola Herêma Kurdistanê serdana Iraqê bike.”

Heyyan Ebdulxenî amaje bi wê yekê jî kir, ku bi her awayî be, wan li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrola Kurdistanê planên alternatîf gotûbêj kirine.

Wezîrê Iraqî da zanîn ku komîsyonek hatiye destnîşankirin û dê girêbestên petrolê bi Herêma Kurdistanê re binirxîne û dê biryarê li ser wan bide.

Ebdulxenî da zanîn ku, wan bi hevtayê xwe re behsa mijarên daxistina bihayê lîtreya benzînê li Herêma Kurdistanê kiriye û tekez kir, wan ew yek gotûbêj kiriye ku weke bajarên din ên Iraqê, bihayê her lîtreke benzînî bi 450 dînaran be.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê destnîşan kir, dê zanyariyên derbarê van mijaran de bi raya giştî re bên parvekirin.