Di korbenda Petersburg de bi dehan girêbest hatin îmzekirin

06-06-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Korbend aborî ya St Petersburg bidawî hat
Korbend aborî ya St Petersburg bidawî hat
Nîşan Petersburg Foruma Aborî Rûsya
A+ A-

Petersburg (Rûdaw) - Korbenda Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê îro bi dawî hat û têda welatên cihanê  çendîn peymanameyên girîng ên aborî îmze kirin. Bi taybeti welatên Rojava  her çend ku peywendiyên wan ên siyasî bi Rûsya re  nebaş in jî , lê dîsa gelek welatên Ewropî bi Rûsyayê re rêkeftinên girîng ên aborî îmze kirin.

24emîn Korbenda Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê di maweya 4 rojan de, ne tenê karsazên Rûs, lê karsazên biyanî jî li hev civandin. Ji 68 welatan 2000 karsazên biyanî, di korbendê de beşdar kirin û tê de bi bihaya bi mîlrayan dolar girêbest hatin îmzekirin.

Hat zanîn ku Rosneft bi giştî bi bihaya 616,5 mîlyar rûbilî, 73 peyman îmze kiriye.Nûnerên kompanyayên cîhanî yên enerjiyê wekî Total, Winter-s-hall û Siemens Energу jî karîn ku mafê deranîna jêderên enerjiya Rûsyayê werbigrin .

Jixwe bi nêrîna hikumeta Rûsyayê daxwaza aboriya cîhanê bi karbohîdratan her biçe zêdetir bibe.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak dibêje: “Pêdiviya  aboriya cîhanê bi dehan salên pêş me, bi jêderên kevneşopî yên enerjiyê, bi taybetî yên karbohîdratan, wê her wekî xwe bimîne. Rêjeya wan di balansa enerjiyê de çi dibe bila be, ewê dê her bêne bikaranîn û weke jêderên sereke bimînin. Mebesta min, hem neft û gaz, hem jî rêjiya kevirîn ye.  Ji xwe, zêdetir girêbest jî, li vir di warê enerjiyê de hatin îmzekirin.”

Kompnayaya Rûsî Novatek li ser dabînkirina salane yek mîlyon ton gaza şilkirî ji Çînê re, girêbesteke  bo 15 salan îmze kir. Qatar îsal mêvana fermî û hevkara Korbendê bû, ku bi şandeke li ser 200 kesî re beşdarî lê kiriye û bi Rûsyayê re zêdeyî ji 65 peyman îmze kiriye.

Cîgira Serokê Kompanyaya Uralchem Aleksandra Glazkova jî got: “Forum pir serkeftî bû. Kompanyaya me çendîn girêbest îmze kirin. Bi taybetî girêbestên me yên bi kompnayayên Qeterê re, pir giring in. Ez weke rêvebereke kompanyaya Uralchem, dikarim bêjim, ku girêbestên ku li vir hatin îmzekirin, dê têkariyeke berbiçav di aboriya Rûsyayê de bikin.”

Ji aliyê siyasî ve têkiliyên Rûsyayê bi dewletên Rojavayî re dijwar be jî, nûnerên civata karsazî yên ji Amerîka, Îtalya, Almanya, Fransa, Swêd, Fînlandiya û yên din, di Korbendê de peymanên giranbûha îmze kirin. Bo nimûne, McDonald plan dike, ku bi qasî 10 mîlyar rûblî veberhênanê  di aboriya Rûsyayê de bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst