GEŞTIYARÎ - Di nav 3 rojan de 203 rêkeftin hatin îmzekirin

06-05-2017
RÛDAW
Pêşangeha Geştiyariya Rojhilata Navîn
Pêşangeha Geştiyariya Rojhilata Navîn
Nîşan Hewlêr Pêşangeh geştiyarî turîzm aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Pêşangeha Geştiyariya Rojhilata Navîn a ku Wezareta Geştiyarî û Bajarvaniya Herêma Kurdistanê pêşengiya wê dikir, 203 rêkeftin hatin îmzekirin.

 

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê di navbera 4 û 6ê meha Gulanê de Pêşangeha Geştiyariya Rojhilata Navîn hate lidarxistin û ji 16 welatan 200 şîrket beşdarî vê pêşangehê bûn.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên turîzmê, ji bo ku aboriya welêt geş bibe û geştiyarên welatên cuda bikşînin Herêma Kurdistanê, projeyên cûr bi cûr amade kirine.

 

Ji welatên Brîtanya, Almanya, Belarus, Misir û Tûnisê ku van welatan biryar dane li Hewlêrê acentayên geştiyariyê vekin, gelek şîrket tevlî pêşangehê bûn.

 

Wezîra Geştiyarî û Bajarvaniya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: “Di nav 3 rojên pêşangehê de Herêma Kurdistanê li ser turîzmê li gel 16 welatan 203 rêkeftin îmze kirin.”

 

Newroz Mewlûd herwiha aşkere kir, ku di dawiya pêşangehê de gihiştine hejmara armanca xwe.

 

Beşek ji welatên ku bi wan re rêkeftin hatin îmzekirin ev in: Kuwêt, Urdin, Tûnis, Libnan, Ukrayna, Îmarat, Îran, Tirkiye û Rûsya.

 

Li Herêma Kurdistanê 841 hotêl hene, ji wan hotêlan 18 heb di asta bilind a standardên cîhanê de ne.

 

Li gor amarên wezaretê, di sala 2016an de milyonek û 600 hezar geştiyarên biyanî hatine Herêma Kurdistanê. Ji sedî 23ê wan geştiyaran, xelkê Rojhilata Navîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst