Ev du meh in hinartina petrolê bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê sekiniye

06-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Kerkûk (Rûdaw) - Hat ragihandin ku ji ber êrîşên komên terorîst, 2 meh e hinartina neftê bi rêya boriya Ceyhan-Kerkûkê re hatiye sekinandin.

Alîkarê Serokê Komîsyona Enerjiyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê Necat Hisên daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber êrîşên komên terorîst ên li dijî boriya Kerkûk-Ceyhanê, hinartina neftê nayê kirin.

Hisên diyar kir ku hêla boriyê ya ku ji herêma El-Cahişa Mûsilê derbas dibe 2 meh berê bi destê komên terorîst zirar dît û wiha got: "Şirketa Neftê ya Bakur ji bo çêkirina boriyan xwest karmendên xwe bişîne, lê komên terorîst ên li herêmê karmend asteng kirin. Hêzên artêşê yên li Mûsilê jî nikarin van koman bidin sekinandin."

Necat Hisên, destnîşan kir ku nefta ji bîrên li Babagurgur, Beg Hesena Bakur, Beg Hesena Başûr, Avana, Nana û Kewa Bûr tê derxistin li wê derê tê imbarkirin û wiha axivî: "Ji neftê 100 hezar bermîl ji bo bikaranînê dişînin Rafîneriya Beyjiyê. Yê din jî dişînin Ceyhanê."

Serokê Lêjneya Gaz û Neftê ya Encumena parêzgeha Kerkûkê Fuad Hisên jî îdia kir ku hikûmeta navendî ya Bexdayê ji bo çêkirina boriyan naxebite û wiha peyivî: "Hikûmetê heta niha boriyên ku xesar dîtine teimîr nekirine û ji bo ewlehiyê jî hewl nedaye."

Babagurgur rezerwa herî girîng a Şirketa Neftê ya Bakur e. Babagurgur tê meneya "bavê êgir". Ji ber ku gaz û neft nêzî rûyê erdê ye, ev nava hildaye.

Bîra li Babagurgurê ya ku li bakurê Kerkûkê ye qada neftê ya yekemîn a Iraqê ye. Ji aliyê endezyarê ji Zelandaya Nû Wîllîam Knox ve di sala 1902an de hatiye dîtin. Knox li ser navê Îngiltereyê xebitiye. Di sala 1927an de jî ji bîrê neft hatiye derxistin. 

Wezîrê Neftê yê Iraqê Ebdulkerîm Liêbî di 9ê Nîsanê de di serdana xwe ya li Tirkiyê de destnîşan kiribû ku ji ber êrîşên komên terorîst nikarin neftê bişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst