Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê zirar gihandiye kompaniyên Rûsî

06-04-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê zirar gihandiye kompaniyên Rûsî
Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê zirar gihandiye kompaniyên Rûsî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Bi sedema rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, zirareke mezin bi hin kompaniyên Rûsî ketiye. Cîgirê Serokê Fona Ewlekariya Enerjiya Neteweyî ya Rûsya dibêje, hêj ne diyar e ka di wan projeyan de ku kompanyayên wan beşdar in weke Gazpromneft, di maweya rawestana hinardina neftê de, berhemanîna xwe çend kêm kirine.

Di maweya 12 rojan de bi rawestandina hinartina neftê ji Herêma Kurdistanê, ziyanên kompanyayên Rûsî li dora 1 mîlyon bermîl tê texmînkirin.

Pisporê Rûs dibêje, kompanyayên Rûsî, ji ber faktorên rojeva navxweyî ya Rûsyayê  nexwazin li ser vê mijarê daxuyaniyê bidin. Lê ew bi rêya şîrîkên xwe yên li Kurdistanê pêgehên xwe digihînin hemû aliyan.

Cîgirê Serokê Fona Ewlekariya Enerjiya Neteweyî ya Rûsyayê Îgor Yuşkov dibêje: ““Niha hêj tam diyar nîne, ka di wan projeyan de ku kompanyayên me beşdar in, bo nimûne Gazpromneft, di maweya rawestana hinardina neftê de, berhemanîna xwe çend kêm kirine. Dûr nîne ku ji vir û pê de lûleya neftê bi tevaya hêza xwe rojane 24 saat bê bikaranîn; jixwe li cîhanê ezmêneke weha heye; û bi wî awayî kompanya dikare ta dawiya salê xwe bigihîne wê qebareyê ku  kêm hatiye hinartin. ”

Roja sêşemê Hewlêr û Bexda li ser destpêkirina hinardekirina petrolê bi xeta Kerkûk-Ceyhan li hev kirin û rêkeftinek hat  îmzekirin. Bi nêrîna jêderên Rûs, eger di demên pêş de jî nakokî derbikevin, yekane rêbaz her dîplomasî be, lewre berjewendiya mezintirîn kompanyayên cîhanê jî tê de heye.

Cîgirê Serokê Enstîtuya Enerjiya Neteweyî ya Rûsyayê Aleksandr Fralov jî dibêje: “Kurdistana Îraqê ji hêla berhemanîna neftê vê gavê yek ji herêmên herî bal kêş yên cîhanê ye. Lewre, salên borî servetên wê yên binerdî ne hatine deranîn û deranîna bi şêwaza pîşesazî tenê beriya çenda sal an ku 10-15 sal berê destpê bûye.  Ev yek dihêleke kompanyayên Rojavayî, hem jî yên Rûsyayê,  berê xwe bidin Kurdistanê.  Û lewma jî îro  her nakokiyeke di navbeyna Kurdistan û hikumeta navendî ya Iraqê de derbikevin, ew dê di serî de bi riyên dîmplomasiyê bêne çareserkirin û bê guman bi amadebûna mezintirîn kompnyayên neftê, yên mîna Gazpromneft jî di nav de.”

Mezintirîn kompanyayên Rûsî yên mîna Rosneft ê GazpromNeft li Kurdistanê di çendîn kêlgehan de kar dikin. Di hin projeyan de para wan 80%, li hinên din jî 40% ye. Gapprom her weha di lûleya Kerkûk-Ceyhanê de xwedî beşekî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst