Wezareta Petrola Iraqê bo Rûdawê: Kompanyayên petrolê razî bûne petrola Kurdistanê li gor nirxê SOMO bikirin

06-04-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Petrola Kurdistanê SOMO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekî ji Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, "Kompanyayên ku petrola Herêma Kurdistanê dikirîn, bersiva kompanyayên SOMO û KAR Groupê dane û razî bûne ku petrola Herêma Kurdistanê li gor nirxê SOMO yan nirxê bazarê bikirin".

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand: “Divê kompanya hesabê xwe bikin, berê hesabê wê yekê dikirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar e petrola xwe bifiroşe û neçar e bi wê nirxê bifiroşe ku daxwaz dikirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji ber pirsgirêkên yasayî hebûn, nedikarî nirxekî li ser deyne.”

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha got: “Niha ew pirsgirêk nemane û bi wê awayê yasayî ku Hewlêr û Bexda li ser li hev kirine, kompanya nikarin her tiştî bikin û neçar in û dosyeya firotina petrolê dê bi nirxê bazarê be, û wek kêmkirina 10-12 dolaran ku ez bi hûrgilî nizanim çi qas bûye nabe. Wan petrol bi erzanî dikirî.”

12 rojan piştî rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ku bi sedema biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê hatiye rawestandin, roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî, Hewlêr û Bexdayê rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê îmze kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî piştî îmzekirina rêkeftinê di preskonferansekê de li Bexdayê ragihand, ev rêkeftin “di berjewendiya hemû iraqiyan de ye.” Sûdanî diyar kir, “Li ser bingeha biryara Dadgeha Parîsê, hinardekirina petrolê hatibû rawestandin. Rawestandina hinardekirina petrolê zirar gihandiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha got, “Ev lihevkirin li ser esasê rastbêjî û karê hevbeş ê ji bo çareseriyê bû” û destnîşan kir, divê rayedarên teknîkî demildest rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê cîbicî bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst