Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, herdu kompaniyên Visa û Mastercard karê xwe li Rûsyayê radiwestînin.
Herdu kompaniyên miamileyên darayî, Visa û Mastercard ragihandin, ew dê karê xwe li Rûsyayê rawestînin û bi vê yekê ew tevli hejmareke zêde ya kompaniyên mezin ên Amerîkayê û cîhanê dibin, ku ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, karê xwe li wî welatî rawestandine.
Di daxuyaniyekê de kompaniya Mastercard ragihandiye, ji ber krîza niha û rewşa aloz a aborî, wan biryar daye xizmetguzariyên xwe li Rûsyayê rawestînin.
Kompaniya Visa jî diyar kiriye ku ew dê kar li gel kiryar û hevbeşên xwe yên li nav axa Rûsyayê bikin da ku hemû miamileyan di dema çend rojên bê de rawestînin.
Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Visa, Alfred Kelly ragihand, piştî êrîşa bê sedem a Rûsyayê bo ser Ukraynayê û bûyerên ku nayên qebûlkirin, ew neçarin karekî bikin.
Kelly herwiha dibêje, mixabin ev yek dê bandorê li kiryar û hevbeşên wan ên li Rûsyayê bike.
Ew yek di demekê de ye ku êrîşa berfireh a Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro Yekşembê 6ê Adara 2022an derbasî roja xwe ya 11an bû.
Di wan 11 rojan de, Artêşa Rûsyayê bajarê Kherson li başûrê Ukrayanyê, hejmarek bajarokên biçûk li bakur, başûr û rojhilatê Ukrayanyê û herwiha du santralên etomî li bakur û başûrê wî welatî kontrol kirine.
Hêzên Rûsyayê herwiha Kyiv a paytexta Ukrayanyê û bajarê Mariopul li başûrê welat û li ser Deryaya Azov dorpêç kirine û êrîşên xwe bo ser bajarên Kharkiv, Sumî û Chrnihiv dijwartir kirine. Srtêşa Rûsyayê herwiha bajar û bajarokên derdora Kyiv a paytext jî bi tundî bombebaran dike.
Lê tevî dijwarbûna êrîş û bombebaranan, Artêşa Ukrayanyê bi awayekî bihêz li ber xwe dide û rê li pêşketina hêzên Rûsî girtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse