Wezareta Darayî ya Iraqê 522 milyar dînar dişîne Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Darayî ya Iraqê weke yekem beşa pereyê budceya 2019an, 522 milyar dînar dişîne Herêma Kurdistanê.
Serokê demkî yê Lijneya Darayî yê li Parlementoya Iraqê Ehmed Sefar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Li gor zanyariyên ji Wezareta Darayî gihiştine destê me, vê mehê 522 milyar dînar dê ji bo mûçeyên fermanber û pêşmergeyan ji Herêma Kurdistanê re were şandin.”
Ehmed Sefar diyar kir: “Ti astengek li ber şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tine ye, tenê çend rêkarên teknîkî mane û bêguman vê mehê li gor budceya 2019an mûçeyên fermanberan dê werin şandin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, di civîna çend roj berê de Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên, hatiye diyarkirin ku meha Adarê li gor budceya 2019an mûçeyên fermanber û pêşmergeyan dê werin şandin.