Amed (Rûdaw) – Li Amedê kirîn û firotina xaniyan li gorî par ji sedî 50 kêm bûye. Sektora lêkirina xaniyan wisa bûye ku êdî nemaye. Ev yek bandorê li ser bi hezaran emlakvanên Amedê dike ku debara xwe ji kirîn û firotina xaniyan dikin.
Li Amedê par digel bê îstikrariya siyasî jî 4 hezar û 178 xanî hatibûn firotin. Lê îsal qeyrana aboriyê jî di ser de hat û kirîn û firotina xaniyan ji sedî 50 rawestiya.
Digel ku mutahîdan buhayê xaniyên xwe nîvî aniye xwarê jî xaniyên wan di destê wan de maye û nayên firotin. Ji ber vê yekê ji 650 mutahîdên amedî 550 mutahîdan hemû projeyên xwe yên lêkirina xaniyan dan rawestandin.
Nurhayat Ay jî nêzî 20 sal in karê emlakê dike. Ew dibêje wê di jiyana xwe ya bazirganiyê de saleke weke îsal xirab nedîtiye. Lewre karê wê ji sedî 90 ketiye.
Şêwirmenda Emlakvaniyê ya Amedê Nurhayat Ay ji Rûdawê re wiha axivî: “Ev 17 sal in ez vî karî dikim, cara yekemîn e ez rewşeke wiha dibînim. Piyase gelek xirab e. Mutahîd, emlak, karsaz buhayên xaniyên xwe nîvî daxistine jî nikarin xaniyên xwe bifiroşin. Embi tu awayî nikarin xaniyan bifiroşin.”
Îlyas Uzak jî ev 20 sal in kar û barê mutahîdiyê dike. Ew dibêje bi sedan mutahîdên li Amedê niha di qeyrana aboriyê de ne û êdî nikarin projeyên xwe bibin serî. Digel daketina buhayê xaniyan jî gelek kes xwe nadin ber kirîna xaniyan.
Mutahîdê xaniyan Îlyas Uzak jî got: “Li Tirkiyeyê îstikrar hebûya her tişt dê piyaseya wî xweştir bûya. Van faîzan deynin dê piyase pir xweş be. Ger faîzan danexin dê wiha berdewam bike. Heta kengê? Milet dê şerpeze bibe. Çekên mutahîdan kaşe xwarin, gelek mutahîdan konkardoto danîn ser kompaniyên xwe.”
Li Amedê di sala 2017an de 4 hezar û 178 xanî hatibûn firotin û bi pereyê kirîn û firotina xaniyan bazara Amedê zindî bû. Lê îsal digel daketina buhayê xaniyan jî hejmara firotina xaniyan li gorî par gelek kêm bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse